Xetereyên sûcên sîber li Suweydayê hat nîqaşkirin

Di rûniştineke diyalogê ya li Suweydayê de, xetereyên sûcên sîber û rêbazên rûbirûbûna wan hatin nîqaşkirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Nivîsgeha Encumena Jinan li bajarê Suweydaya Sûriyeyê, bi hevkariya Rêxistina Pêşxistina Sûriyeyê di civîneke diyalogê de rastiya tawanên sîber û encamên wê li ser civakê gotûbêj kir. Di civînê de, bi balkişandina li ser kêşeyên li pêşiya jin û jinên ciwan û rêyên nehiştina wan hatin nîqaşkirin.

Rûniştina ku hate organîzekirin, di çarçoveya rêze civînên yasayî yên demkî yên ku ji aliyê Meclîsa Jinan ve tên organîzekirin de tê. Bi mebesta bilindkirina hişmendiya yasayî ya di nava civakê de û ronîkirina pirsgirêkên ku bi berfirehbûna bikaranîna medyaya virtual û teknolojiya dîjîtal belav bûne ev civîn hat lidarxistin.

Pêşxistina zagona sûcên sîber hat nîqaşkirin

Berdevka Ofîsa Encûmena Jinan li Suweydayê Asala Aslan diyar kir ku di civînê de sûcên sîber ji gelek perspektîfên zagonî û hişyarkirinê ve hatine nirxandin. Asala da zanîn ku nîqaş berfireh bûye û parastina daneyên kesane yên ku li ser komputer û telefonan hatine hilanîn. Her wiha hewcedariya pêşxistina zagona sûcên sîber hat nîqaşkirin, da ku parastina civak û qurbaniyan mîsoger bike.

 'Şantajên sîber dikarin bi bûyerek biçûk dest pê bikin'

Asala Aslan eşkere kir dibe ku hin jin li şûna şantajê ji tirsa ku bibin qurbaniyên heqaret û demxa civakî, ji lêgerîna çareya zagonî dudil dibin û wiha got: “Parêzera ku beşdarî rûniştinê bû, îhtîmala daxwaza nepenîtiyê di hin prosedurên zagonî de piştrast kir. Parêzer destnîşan kir ku ev yek alîkariya parastina mexdûr dike û wiha got: “Ev yek, fikarên têkildarî gilîkirinê kêm dike. Şantajên sîber dikarin bi bûyerek biçûk dest pê bikin, lê ew dikare bibe daxwazên pereyan, îstismara zayendî, an jî kişandina mexdûr a nav tor û pratîkên xeternaktir. Ev yek mudaxeleya zû û ragihandina van sûcan girîng dike.”

'Dozên bi vî rengî hewceyî çareseriyên zagonî ne'

Berpirsa karûbarên jinên ciwan a li ofîsa Encûmena Jinan li Suweydayê Basma Qaraouna ragihand kir ku di civînê de zêdebûna berbiçav a sûcên sîber, bi taybetî di nav ciwanan de, hatiye nîqaşkirin. Basma da zanîn ku pirsgirêk tenê bi rawestandina şantajê di dozek takekesî de bi dawî nabe û wiha got: “Dozên wiha hewcedariya çareseriyên zagonî yên berfirehtir nîşan didin ku sûcên sîber wek nakokiyên takekesî yên ku dikarin bi rêya lihevhatinê bên çareserkirin.”

‘Hişyarî li malê û dibistanê dest pê dike’

Yek ji beşdarên rûniştinê Hind Munzêr diyar kir ku îstismara serhêl di civakê de bûye diyardeyek berbelav û jin û jinên ciwan di nav komên herî xeternak de ne. Hind pêwîstiya destpêkirina kampanyayên hişyariyê li malê kir û ji dêûbavan xwest ku nêzîkî kur û keçên xwe bin û têkiliyek li ser bingeha dostaniyê û baweriyê ava bikin. Hind banga avakirina kanalên zelal ji bo gilîkirinan kir da ku rêz li nepeniya qurbaniyan were girtin û wiha got: “Ev dê kesên bandordar teşwîq bike ku îstismarê ragihînin û rê li ber şantajkeran bigre ku kiryarên xwe bidomînin.”