Weqfa Jinê ya Mexmûrê bi bafirokan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Weqfa Şehîd Şevîn a Mexmûrê bi boneya 18’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo zarokên Mexmûrê çalakiyeke bafirokê amade kirin.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Weqfa Şehîd Şevîn bi boneya 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê de ji bo zarokên Mexmûrê çalakiyeke bafirokê amade kirin. Çalakî bi amadebûna malbatên zarokan û mamosteyên weqfa Şehîd Şevîn hate lidarxistin.
Beriya ku çalakî destpê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê mamosteya Weqfa Şehîd Şevîn Sêvê Yuksek axivî.
‘Ev roj roja ronahiya zarokên me û mirovahiyê ye’
Sêvê Yuksek di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya gelê Kurd re pîroz kir û wiha axivî: “Ev roj ronahiya gelê Kurd e. Roja ronahiya zarokên me û mirovahiyê ye. 4’ê Nîsanê ji bo me her tişt e. Me jî bi boneya mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Mexmûrê çalakiyeke bafirokê amade kiriye û em dixwazin vê kêfxweşiyê bi xwendevanên xwe re parve bikin.”
Piştî axaftina mamoste Sêvê, zarokan bi malbat û mamosteyên xwe re bafirokên xwe firandin.