UNICEF: Li Yemenê teqemeniyên şer jiyana zarokan dike xeterê

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku lîstika zarokan a li navçeyên ji şer bi bandor in, ji ber mayîn û bermayiyên teqemenî yên şer veguheriye metirsiyeke mezin û ji bo zarokan banga parastina lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan – Li herêmên şer belavbûna mayînan, bûyî yek ji gefên xetertir ên li ser jiyana zarokan. Ev rewş wan ji jiyaneke bi ewle bêpar dike û wan rûbirûyî birîndarbûn an jî mirinê dike. Ji ber vê yekê, pêwîstiyeke lezgîn bi xurtkirina xebatên parastinê, hişyarkirina civakê, paqijkirina teqemeniyan û piştgiriya herêmên zirardîtî heye.

Ji ber bermayiyên şer 5 zarok mirin

UNICEF’ê duh hişyarî li ser metirsiya berdewam a mayîn û bermayiyên teqemenî yên şer li ser jiyana zarokên li Yemenê da. Ev hişyarî piştî ku li gundê Rîbî yê parêzgeha El-Dali, di encama teqîna rûdaneke teqemenî ya ji ber bermayiyên şer de (ku tê payîn a Hûsiyan e) 5 zarok mirin û herî kêm 7 zarok jî birîndar bûn, hat dayîn. Dema ku zarokan hesinên kevn kom dikirin, ev bûyer qewimî.

Bermayiyên şer gefeke rasteqîn a li ser jiyana zarok û civakan e

Rêxistinê tekez kir ku mayînên çandî, guleyên neteqiyayî û bermayiyên din ên şer, hê jî wekî gefeke rasteqîn li ser jiyana zarok û civakan li herêmên cuda berdewam dikin. UNICEF’ê diyar kir ku herî zêde zarok di bin vê rîskê de ne, nexasim di şert û mercên koçberiyê de û ji ber hebûna teqemeniyan li cihên ku lê dijîn, dixwînin û dileyîzin.

Pêdivî bi operasyonên paqijkirina mayînan heye

Ji bo xurtkirina hewldanên parastina zarokan a ji van metirsiyan, rêxistinê bang kir ku rayedar lez bidin operasyonên paqijkirina mayîn û bermayiyên şer, bernameyên hişyarkirinê bên berfirehkirin û piştgiriya pêwîst ji bo rizgarbûyan û malbatên wan bê peydakirin.

Bang: Bila bandorên şer li ser sivîl û zarokan bên kêmkirin

UNICEF’ê her wiha destnîşan kir ku mafê her zarokekî li Yemenê heye ku di jîngeheke bi ewle û dûrî gefên şer de bijî. Rêxistinê banga xwe ya ji bo berdewamkirina karên mirovî ji bo kêmkirina bandorên şer li ser sivîlan, bi taybetî li ser zarokan, nû kir.