Tundiya zayendî Filistîniyan neçar dike ku Şerîaya Rojava biterikînin
Raporek mafên mirovan a vê dawiyê eşkere kir ku zêdebûna alarmê di bikaranîna tundiya zayendî û tacîzê ji hêla hêzên Îsraîlê ve weke rêbazeke ji bo neçarkirina malbatên Filistînî ku malên xwe li Şerîaya Rojava biterikînin.
Navenda Nûçeyan – Raporek mafên mirovan ku roja îro ji aliyê Hevpeymaniya Parastina Şerîaya Rojava ve hat weşandin, eşkere kir ku hêzên Îsraîlê bi awayekî zêde şîdeta zayendî û tacîzê bikar tînin, weke amûrek zextê da ku Filistîniyan neçar bikin malên xwe li Şerîaya Rojava biterikînin. Ev pêkanîn di 3 salên borî de ji aliyê rêxistinên mirovî û pisporên hiqûqî ve hatine belgekirin.
Li gorî raporê, binpêkirinên wekî tazîbûna bi zorê, lêgerînên xirab û bi êş û gefên rasterast ên şîdeta zayendî her wiha tevgerên rezîl ên weke kişandina wêneyan bi zorê û belavkirina wêneyên kuştiyan vedihewîne. Raporê destnîşan kir ku binpêkirin ne tenê bi jinan ve sînordar in lê di heman demê de mêr û zarokan jî hedef digrin û wê weke "şîdeta sîstematîk" bi nav kir ku bandorê li ser tevna jiyana rojane dike û biryarên malbatên Filistînî yên mayîn an derketinê diguherîne.
Bûyer di rastiyê de zêdetir in
Tevî ku di dema lêkolînê de tenê 16 bûyer hatine belgekirin, nivîskarên raporê tekez kirin ku hejmarên rastîn ji ber hesasiyeta mijarê û tirsa ji stîgmaya civakî ku gelek kesan ji ragihandinê asteng dike, pir zêdetir in. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sê malbatan du ji wan zêdetir malbatên ku lêkolîn li ser wan hatine kirin, zêdebûna tundiyê, bi taybetî li dijî jin û jinên ciwan, weke xalek werçerxê ku wan hişt dev ji malên xwe berdin an jî serî li koçberiyê bidin, dîtine.
Ev binpêkirin zêdetir bandorê li jinan dikin
Di raporê de her wiha encamên civakî yên pir cidî yên van pêkanînan hatine dîtin, di nav de devjêberdana keçan ji dibistanê û kêmbûna beşdariya jinan di bazara kar de ji ber tirsa êrîş an tacîzê. Di raporê de bal hat kişandin ser zêdebûna zewaca di temenê biçûk û hat destnîşankirin ku hinek malbat weke rêbaza parastinê serî li zewicandina keçên xwe di temenê biçûk de didin.
Hişyariya rêxistinên mafên mirovan
Di heman rêzê de, rêxistinên mafên mirovan hişyarî dan ku nebûna berpirsiyariyê van binpêkirinan girantir dike. Wan rave kir ku hêzên Îsraîlê di hinek bûyeran de amade bûn lê mudaxele nekirin an jî li dijî sûcdaran tedbîr negirtin, bi vî rengî atmosferek bêcezatiyê xurt kirin. Ji aliyê Îsraîlê ve hê jî tu şîroveyeke fermî li ser van îdiayan nehatiye kirin.
Rapor li gorî îfadeyên malbat û şahidan hatiye amadekirin
Rapor li ser bingeha bi dehan hevpeyvînan bi Filistîniyên ji deverên cuda yên Şerîaya Rojava re, di nav de malbatên ku bi koçberiyê re tehdît bûne û çalakvanên herêmî, hatiye çêkirin. Bi armanca belgekirina şêwazeke binpêkirinan a zêde dibe ku bandorên wan ne tenê bi kesan ve sînordar in lê bandorê li avahiya civakî û aborî ya civakên Filistînî yên di bin zextê de dikin.