TJA’yê çalakiyên xwe yên 4’ê Nîsanê eşkere kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya ji bo 4’ê Nîsanê ji raya giştî re ragihand. TJA’yê ragihand ku ewê ji 1’ê Nîsanê heta 19’ê Nîsanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan lidar bixin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Dema jinan dema azadî û hevdîtina bi rêberekî azad re ye", bernameyên xwe yên 4'ê Nîsanê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qesra Cemîlpaşa ya li Amedê bi raya giştî re parve kir. 

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP'ê Rûçem Vefa Elyakût ve hate xwendin. Rûçem Vefa bal kişand ser têkoşîn û berxwedana ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan raber dike û wiha got: “Em wek jin bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiya jinan didomînin û ev têkoşîna ku bi salan e tê meşandin, veguherî dîrokeke destanî.”

‘Li Îmraliyê têkoşîna azadiyê veguherand avakirina civaka azad û demokratîk’

Rûçem Vefa  diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amarayê heta Îmraliyê ji bo hesreta civaka demokratîk a gelan li Îmraliyê têkoşîna azadiyê veguherandiye avakirina civaka azad û demokratîk. Rûçem Vefa got ku “Êdî dema azadiyê ye! Li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêran ku sêhra xwe winda dike û hebûna jinan bi mêtingeriya li ser ked û bedenê dibe wek amûr û li hemberî vê ferasetê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi analîz û xeta îdeolojîk-polîtîk bê guman ne tenê rêyeke nû vedike, di heman demê de vê riyê ronî dike. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi gotina “Tevgera azadiya civakî ku ger di navenda wê de azadiya jinan nebe, nikare bibe şoreşeke rasteqîn”, rêya bidestxistina azadiya civakê nîşanî me dide. Em jin jî dibêjin heta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe, aştiyeke mayînde pêk nayê.”

‘Dixwazin gelan bikin nava şerek’

Rûçem Vefa Elyakût da zanîn ku ew jin dibêjin; dixwazin gelan bikin nava şerek û wiha domand: “Ji bo pêşîlêgirtina şer pêwîst e pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê were destpêkirin. Têkiliyên Kurd û Tirkan ku ev du sed sal e li Rojhilata Navîn dibe sedema şer û krîzan, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad ji nû ve binirxînin û komareke demokratîk were avakirin ku tê de hebûna hemû nasnameyan, çand û baweriyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Kurd, tên naskirin û azadiya wan bê mîsogerkirin. Em jin dibêjin; dema azadiya Abdullah Ocalan ê rêberê gelan û rêberê modernîteya demokratîk e û li Rojhilata Navîn ku cihê zayînên mezin, berxwedanên mezin û trajediyên nejibîr e, bi afirandina hêviyê û soza wekhevî, azadî û aştiyê dide gelan.”

Ji 1’ê Nîsanê heta 19’ê Nîsanê çalakî

Rûçem Vefa diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd û mîsogerkirina jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: “Wek TJA, bi minasebeta 4'ê Nîsanê em dixwazin bi aşkera bêjin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî şerê li herêmê bi dawî dibe. Em bang dikin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ji bo bidestxistina aştiyeke rasteqîn şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di zûtirîn demê de pêk werin. Bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê di 4'ê Nîsanê de li Rihayê û di 19'ê Nîsanê de jî li Gemlîkê bin.

Rûçem Vefa ragihand ku ji 1'ê Nîsanê heta Meşa Gemlîkê ya 19'ê Nîsanê, bi çalakiyên xwe û bi dirûşma “Niha dema jinan e û dema azadiya Rêber Apo ye” ew ê li qadan bin.”