TJA û TJK-E ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşandin

TJA û TJK-E, derbarê wefata dayîka Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz de peyamên sersaxiyê weşandin.

Navenda Nûçeyan – Wefata dayîka yek ji kadroyên damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, û şahida komkujiya Dêrsimê Zeynep Cansiz, di nava tevgera jinan de êşek kûr ava kir. Di peyama sersaxiyê yên hatine weşandin de, bal kişandin ser têkoşîna ku Zeynep Cansiz dayî meşandin û mîrasa berxwedanê û diyar kirin wê li bîranên wê xwedî derbikevin.

‘Em soz didin xwedî li mîrateya wê derbikevin’

Tevgera Jinên Azad (TJA) di peyama sersaxiyê ya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtalê weşandî de ev tişt got:  

“Dayîka pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinan Sakîne Cansizê, lêgerînera heqîqet û aştiyê Zaynep Cansiz koça dawî kir. Zanebûyîna wê ya mezin, dê her tim di meşa azadiyê ya jinan de bijî. Em soz didin ku dê xwedî li mîrateya dayîka Zeynepê derkevin. Serê gelê me sax be.” 

‘Emê şopên wê her tim bi bîr bînin’

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E’yê derbarê wefata Zeynep Cansiz de wiha got: “Me bi êşeke mezin û xemgîniyeke kûr, zanî ku dayê Zeynep wefat kir.” Û wiha dom kir:

“Şahida Komkujiya Dêrsimê dayê Zeynep tevî êşên di tevahiya temenê xwe de jî, bi serbilindî li ser piyan maye; ti carî dest ji nasname, ziman û çanda xwe bernedaye û rûmet, sebir û ruhê berxwedanê yê gelê Kurd bi halê herî xurt temsîl kiriye.

Bi dilê dayîkekê tevî hemû windahiyan, rondikên xwe yên çavan veguherand berxwedanê, êşa xwe veguherand têkoşînê; li dijî zilma li hemberî gelê wê bêdeng nema, bawerî û sekna xwe heya nefesa xwe ya dawî parast.

Weke dayîka Sakîne Cansiz jî tenê zarokek mezin nekiriye, mîrateyeke berxwedanê mezin kiriye; di şexsê wê de dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna azadî û rûmetê di her şert û mercî de domandiye.

Em ê dayê Zeynep bi berxwedan, zanist, dilê wê û şopên ku hiştiye, bi bîr bînin.

Di serî de malbata wê, em ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”