TJA starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li Êlihê da
Jinên TJA’yên ku stanta xwe ya 25'ê Mijdarê li Êlihê dan, diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bidomînin û li dijî êrîşan peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan start da.
Çalakî li Kolana Hunerê ya Êlihê bi dirûşmeya "Jiyana azad û bê tundûtûjî di civakek demokratîk de" hate lidarxistin. Jinên ku li Kolana Hunerê ya Êlihê hatin gel hev, starta çalakiyan da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi civaka demokratik ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadi” û “Cînayetên jinan polîtîk in” hatin berzkirin.
Zeynep Aslan a TJA’yî di daxuyaniyê de got ku ew têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinan mezin dikin, tundiya li dijî jinan polîtîk e û nasnameya jinê bi hezaran salan bi rêya tundiyê di hundirê malê de hatiye girtin û jin tên qetilkirin.
‘Li dijî jinan şerekî eşkereyî heye’
Bi domdarî Zeynep Aslan, da zanîn ku her sal li seranserî cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi tundiya mêr tên qetilkirin û got: “Li dijî jinan şerekî aşkerayî heye. Hemû avadanî bûne yek û vî şerî didomînin, her roj bi sedan jin tên qetilkirin, ji jiyanê qut dikin û rê li ber birînên xedar ên psîkolojîk û fîzyolojîk vedikin. Di nava 20 salên dawî de jî hikûmet, bi polîtîkayên dijminatiya jinan vê pergalê xurt dike.”
Banga 27’ê Sibatê
Zeynep Aslanê bi domdarî bal kişand ser Banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew vê pêvajoyê ji têkoşîna azadiyê ya jinan a li dijî pergala mêrê serdest cuda nabînin. Zeynep Aslan, wiha domand: “Lewre em dizanin ku şerî, li vê xakê herî zêde jiyana jin û zarokan wêran kir. Bi hezaran jinên Kurd hatin qetilkirin, îşkence lê hate kirin, bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, milîtarîzma hatiye sorkirin bedena jinê, keda wê, nasnameya wê hedef girt.”
‘Çiqas êriş bikin dê ewqas jî berxwedan hebe’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî di daxuyaniyê de got: “Êrişên sîstematîk ên dewleta nêrza yên li dijî gel, jin û zarokan di tevahiya dîrokê de berdewam kirin. Çiqas êriş bikin dê ewqas jî berxwedan hebe. Jin tên qetilkirin, zarok rastî tacîz û tecawizê tên. Duh li febrîqeyê jinan û 4 zarokan ji ber terkexemiyê jiyana xwe ji dest dan. Beriya niha bi çend caran li vê febrîqeyê hişyarî hatin kirin lê tevdîr nehatin girtin û komkujî çêbû. Tişta aqilê dewleta mêr hêjayî jin û zarokan dibîne, ev e. Avakirina aştiyê peywira me tevan e. Em pêvajoyeke jin pêşengtiya wê dikin dijîn. Di vê pêvajoyê de tundiya mêr a li Kurdistanê roj bi roj zêde bû. Li Kurdistanê bi ser malekê de tê girtin û 4 kes tên qetilkirin. Pêşiya wesayîtan tê girtin û mirov tên qetilkirin. Ev, zîhniyeta dewletê ye. Em ê li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Ji bo avakirina civaka demokratîk divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Qeyûm jî tundiyekî dewleta mêr e. Bêkariya ciwanên me dijîn tundî ye, fihûş, tiryak tundî ne. Dê têkoşîna me ya li dijî vê tundiyê bidome.”
Piştî axaftinan, jin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin şer naxwaz e, aştiyê dixwaz e” û “Destê ji bo jinê radibin bila bişikên” ber bi Rêxistina DEM Partiyê ve meşiyan.