Tevgerên jinên Efganî xwestin ku dawî li binpêkirina mafan were

Di 5’emîn salvegera vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê de, tevgerên jinên Efgan û rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyên hevpar dan bal kişandin ser binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan.

Navenda Nûçeyan – Di 5’emîn salvegera vegera Talîbanê ya ser desthilatdariyê de, gelek tevgerên jinên Efgan ên protestoyî û rêxistinên civaka sivîl du daxuyaniyên cuda weşandin. Di van daxuyaniyan de daxwaza bidawîanîna sînor û astengiyên li ser jinan, misogerkirina azadiya ramanê û xurtkirina wekheviya zayendî hat kirin.

15’ê Tebaxê destpêka binpêkirinên mafên bingehîn e

Di daxuyaniyan de 15’ê Tebaxê wekî destpêka serdemeke reş û tarî hat binavkirin û ha gotin ku maf û azadiya jin û zarokên bi her awayî hatine binpêkirin û bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û UNAMA’yê hat kirin ku tedbîrên lezgîn û pratîkî bigrin da ku “cudakariya zayendî” û binpêkirina sîstematîk ên li dijî mafên jinan bi dawî bibin.

Berpirsiyariya Talîbanê û daxwaza tevlîbûna biryaran

Tevgerên jinan her wiha tekez kirin ku Talîban ji girtin, îşkence, çavtirsandin û tepeserkirina xwepêşanderên jin berpirsiyar e û daxwaz hat kirin ku jin, nemaze xwepêşander û parêzvanên jin, beşdarî pêvajoyên biryardanê yên der barê pêşeroja Efganistanê de bibin. Her wiha tekezî li ser parastina sivîlan, rêzgirtina mafên mirovan û parastina mafên koçber û penaberên Efgan, li dijî vegera wan a bi zorê ji bo Efganistanê hat kirin.

Banga ji bo medyayê û sembola berxwedanê

Tevgeran her wiha bang li medyayê kirin ku dengê jinên Efgan ragihîne û nehêle rewşa wan were jibîrkirin, 15’ê Tebaxê ne wek roja teslîmbûnê, wek roja destpêka berxwedana jinên Efgan û pêngava nû ya ji bo azadî, edalet û wekheviyê hat pênasekirin.