TAJÊ encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn eşkere kir

Encamnameya kongreya 3’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hate ragihandin. Li gorî encamnameya kongreyê TAJÊ avakirina komînên jinan weke xebata xwe ya herî stratejîk a demê diyar kir.

Şengal – Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ku di 18’ê Gulan’ê de, bi beşdariya 250’î delegeyan, bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî, Berbi Jiyana Komûnal Ve’ hate lidar xistin îro encamnameya Kongreyê parve kir.

Encamname bi vê awayî ye:

“Ji bo kongreya me ya ku di serdemeke dîrokî û werçerxan de hate lidarxistin, ji Tevger û rêxistinên jinên Kurd û Êzidî gelek peyamên giranbiha hatin. Em van peyamên têkoşîna hevpar a ji bo azadiya jinan, bi qîmet dibînin û silav dikin. Em bawer dikin ku wê azadiya jin bi têkoşîn û hişmendiyeke hevpar pêkan be. Wê peyama kongreya me ji bo hemû jinên azadîxwaz yekîtî, têkoşîna hevpar û tifaqên ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê be.

Emê bi têkoşîna xwe xwedî li baweriya Rêber Apo ya daye me derbikevin

Rêber Apo zêdeyî saleke tevî tecrîd û zextên zêde jî ji zîndana Îmraliyê ji bo me jinan û hemû gelên azadîxwaz pêvajoyeke nû û serdemeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Di her hevdîtinekî sînordar de jî ji bo azadiya jin, ji bo jin neyên qetilkirin û di welatekî azad de bijîn, peyamên girîng şand. Di van peyaman de Rêber Apo biqasî behsa girîngiya têkoşîna bi qetilkirin û tundiya li dijî jinê re dike, ewqasî jî berpirsyariyên dîrokî dixe ser milê jinê û dixwaze ji bo aşitî û civaka demokratîk jin pêşengiyê bikin. Peyamên Rêber Apo hêz û moral daye beşdarên kongreyê. Em bi vê boneyê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin û dibêjin, emê bi xebat û têkoşîna xwe ya ji bo jinên Êzidî û hemû jinên li Şengalê dijîn, xwedî li baweriya wî ya daye me derbikevin û rola xwe ya pêşengiyê bi layîqî bilîzin. Ji ber Rêber Apo ji bo me jinên Êzidî rûpeleke nû vekiriye, em timî azadiya xwe di azadiya wî de dibînin, emê ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîneke domdar bimeşînin.

Me pêwîst dît bi al û sembolên nû dest bi dema xwe ya nû ya têkoşînê bikin

Tevgera me ya jinên Êzidî ji sala hatiye damezrandin heya niha di perwerdekirin, rêxistinkirin û parastina jinan de roleke girîng lîstiye, kariye bêyî ferq û cûdahî hemû jinan himbêz bike. Di kongreya me de hate nirxandin ku, ew helwest ji berê xûrttir were domandin û ji bo hemû jinên ji pêkhateyên cûda ya Şengal’ê jî xebat werin meşandin. Ji bo em bikaribin bi hemû jin û rêxistinên jinan a cîhanî ya azadîxwaz û demokratîk re tifaq û têkiliyan pêşbixin, em tekoşîna jinên Ezîdî ji hemû cîhanê re ragihînin û tekoşîna hevpar bimeşînin xebatên xwe yên dîplomasiyê xûrttir bikin.

TAJÊ piştî fermanê ku hatibû damezrandin, zêdetir bi hest û fikrê wê demê sembol û ala xwe çêkiribû. Lê ji ber êdî ew serdem bi dawî bû, me pêwîst dît bi al û sembolên nû dest bi dema xwe ya nû ya têkoşînê bikin. Li ser pêşniyar û daxwazên beşdarên kongreyê ala me guherî.

Tekoşîna li dijî zîhniyeta zayendperest û zilamsalar

Yek ji mijara ku herî zêde em di kongreya xwe de li ser sekinîn û me girîngî pê da, têkoşîna li dijî her cûre tundiya mêr û dewletê ya li ser jinê ye. Di civaka me de jin tên kuştin, neçarê xwekuştinê tên kirin, çanda pirjiniyê hîn jî li ser civaka me serwere, zewaca di temenê biçûk de, pirsgirêka qelenê ku jinê dike mijara kirîn û firotinê û gelek cûreyên tundiyê hene. Di kongreya me de ev mijar jî hatin nirxandin, derbarê van mijaran de hem helwestek derket hem jî biryarên pêwîst ên ji bo rêbaza têkoşînê hatin girtin. Di kongreya me de ev mijarane bi berfirehî hatin nirxandin, rexne û rexnedayîna kêm mayîna têkoşîna civakî çêbûye. Di ronahiya perspketîfên Rêber Apo de derketiye holê ku di vê serdema me ya pêş de yek rojeva me ya sereke têkoşîna bi zêhniyeta zayendperest û zilamsalar re be. Bi prensîba, ‘Azadiya Jinê azadiya civakê ye’ emê têkoşîna xwe ya civakî ya guhertina jinan û mêran hedef digire, bilind bikin.

Domandina hesappirsînê ji berpirsên fermana Êzidiyan

Yek ji armanca avakirina TAJÊ; tolhildana jinên Êzidî û ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên dîl girtiyên destê DAIŞ’ê de bû. Me bi xwe rêxistinkirin û perwerdekirinê roj bi roj tola xwe hiland û dihilînin. Lê hîn jî yên bûne sedema fermanê û destê wan di qirkirina jin û civaka me de heye hesab nedane. Yek ji rojeva me ya herî girîng jî rizgarkirina jinên dîl girtîne. Ji bo yek jin û zarokên me di destê DAIŞ’ê de nemînin, emê bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin, xebat bimeşînin. Ji bo jinên ji destê DAIŞ’ê rizgarbûne bijîn jî, li dijî koçberkirina van jinan û revandina wan a ji derveyî welat, her wiha ji bo hesab ji berpirsan were xwestin jî, emê her cûre rêyên têkoşînê bidin ber xwe, li welat û derveyî welat, di her qadeke qanûnî de xebatên xwe bimeşînin. Ji bo Fermana 74’an di asta Iraq’ê û navneteweyî de weke Jenosîd were naskirin emê tekoşîn û xebatên xwe bilind bikin.

Meşandina xebatên ji bo naskirina YJŞ’ê û asayîşa jin a Êzîdxanê

Jinên Êzidî di 74 fermanan de bûne qurbaniyên sereke. Di kongreya me de careke din îşaret bi girîngiya hêza parastinê ya jin hatiye kirin, ji bo naskirina hêza parastin û ewlekariyê ya jin YJŞ’ê û Asayîşa Jin a Êzidxanê dê têkoşîneke hiqûqî bimeşîne. Xweparastin nabe dewrê tu kesekî din were kirin, ji bo her jinek bigihe wê astê dê xebatên zanakirin û perwerdehiyê timî bimeşe, wê her jinekî were asta ku bixwe parastina xwe bike.

Rêxistinkirina komînên jinan

Di kongreya me de biryar hatiye girtin ku perspektîf û şêwazê rêxistinkirina me ya herî sereke ya serdema nû, dê rêxistinkirina komînên jinan û aboriya komînal a xweser be. Parastina herî mezin a jin rêxistinbûna wê ye. Pergala me ya heya niha ku meclîs bûn, nedikarî xwe bigihîne her jinekî. Me pêwîstî dît em demokrasiyeke radîkal û rasterast a hemû jinan bigire nava xwe pêkbînin. Navê vê demokrasiyê jî komîn e. Jin dikarin xwe di komînan de îfade bikin, parve bikin û ava bikin. Komîn dê bibe cihê xwe avakirina her jinekî, parvekirina êş, kêfxweşî û afirîneriya wê. Pergala me ya komînan dê weke madî û manewî ji bo pêwîstiyên her jinekî bibe bersiva herî maqûl. Ji ber vêya li şûna meclîsên jinan ên gund û komelgehan wê komînên gundan, li ser pêwîstiyên komînên aboriyê û cûda çêbibin.

Wê TAJÊ di rêvebirina Şengalê û welat de roleke sereke bilîze

Rêber Apo di vê pêvajoya ku entegrasyona demokratîk daye destpêkirin de, di siyaseta demokratîk de rola pêşengiyê dide jinan. Em jî weke jinên Êzidî van peyamên Rêber Apo ji xwe re esas digirin, di demokratik kirina siyaseta Iraqê de, di rêvebirina Şengalê û welat de, emê roleke sereke bilîzin. Bi taybet ji bo naskirina statûya Meclîsa Gel a Şengalê û parastina wê, emê di pêvajoya entegrasyona demokratîk û siyasetê de roleke pêşeng bilîzin.

Em dibêjin, wê ev kongreya me ya 3’yemîn têkoşîna me ya ji bo azadiya jin derbasê qonaxeke din bike, emê bi têkoşîna hevpar û komînên jinan li dijî pergala modernîteya kapîtalîst, li dijî zayendperestiyê têkoşîneke bênavber û dijwar ya azadiyê bimeşînin.

Em bang li hemû jinên Şengalê dikin, dibin banê tevgera me de ji bo azadiya xwe û statûya Şengalê bên ba hev. Em bi hev re bi hêzin, rêxistinbûna me çeka me ya herî xurte ku dikare me ji her cûre tundiya mêr û dewletê biparêze.”