SOHR: Di Adarê de li Sûriyeyê bi dehan kes ji ber teqîna mayînan mirin

SOHR rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir û got: Bi dehan kesên ku di nav de herî zêde zarok hene, dema karê rojane dikirin hatin kuştin û birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan – Li deverên mezin ên Sûriyeyê bûyerên teqîna mayîn û bermahiyên şer gelek zêde bûne. Tevî ku di ser kêmbûna operasyonên leşkerî yên li gelek deveran re demek dirêj derbas bûye jî, jiyana sivîlan tehdît dikin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR duh ragihand ku di meha Adarê de 28 kes di encama teqîna bermahiyên şer de mirine û 93 kesên din birîndar bûne. SOHR’ê destnîşan kir ku herêmên cûda yên Sûriyeyê şahidiya rêze bûyerên teqîna mayîn û bermahiyên şer dikin. Di daxuyaniya SOHR’ê de ev agahî hatin dayîn: “Di encamê de bi dehan qurbanî hem mirine û hem jî birîndar hene. Piraniya wan ji zarok û sivîlên ku di çandiniyê, şivantiya pez û lêgerîna tirufan de dixebitin pêk tê.”

27 kes mirin 90 kes birîndar bûn

SOHR’ê destnîşan kir ku li deverên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, 26 sivîl hatine kuştin di nav wan de 7 zarok hene. SOHR’ê daxuyaniya xwe bi van agahiyan domand: “90 kes birîndar bûne, lê li deverên rojhilat 2 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.”

Deverên ku teqîn lê çêbûne

SOHR’ê diyar kir ku bûyerên li pey hev, li Hesekê, Dêrazorê, Reqayê, Hums, Hema, Heleb, Laziqiyê, Dera û Siweydayê qewimîne. Di nav de teqîna mayînan a di dema çêrandinê de, xebata li erdên çandiniyê û derbasbûna ji rêyên qirêj, ji bilî teqînên di hundirê xaniyên wêrankirî an jî deverên leşkerî yên terikandî de, hene.

Rojane sivîl di nav de zarok û ciwan dimirin

SOHR’ê tekez kir ku ev bûyer bûne sedema zêdebûneke berbiçav di hejmara birîndarên giran de. Her wiha mirinên dubare yên zarok, ciwan û sivîlan di dema karê wan ê rojane de, xetera berdewam a bermahiyên şer a li Sûriyeyê nîşan dide.