Rojnamevanên li Îranê daxwaza înterneta wekhev û belaş kirin
Sendîkaya Rojnamevanên Tehranê li hemberî qutbûnên înternetê yên dubare û polîtîkayên cudakar ên li Îranê bertek nîşan dan û ji bo hemû welatiyan û medyayê daxwaza înterneta belaş, bi kalîte û wekhev kir.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevanên li Îranê li dijî astengkirinên gihîştina înternetê û pêkanînên cudakar dengê xwe bilind kirin. Sendîkaya Rojnamevanên Tehranê di daxuyaniyek de tekez kir ku gihîştina înternetê mafekî azad û wekhev e.
Sendîkayê diyar kir ku divê di tu şert û mercan de înternet neyê veguhestin ji bo "xizmetek taybet" ku îmtiyazan dide komeke taybet. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdebûna astengiyên înternetê yên vê dawiyê ne tenê rê li ber ragihandinê digre, di heman demê de zirarê dide çalakiyên aborî û bi giranî astengiyê li ser karê rêxistinên medyayê dike.
Rexneyên li ser înterneta bi îmtiyaz
Sendîkayê her wiha pratîkên "înterneta taybet" rexne kir ku gihîştina bilindtir ji bo hinek komên bikarhêneran pêşkêş dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên bi vî rengî newekheviyên civakî kûrtir dikin û veqetandina mafeke giştî ji bo hinek komên ku bêhtir pere didin, hem ji hêla qanûnî ve hem jî ji hêla exlaqî ve nayê qebûlkirin.
'Înternet amûra bingehîn a rojnamegeriyê ye'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herikîna azad û zelal a agahdariyê bingeha çalakiyên medyayê ye. Ji ber vê yekê, hat gotin ku gihîştina înternetê amûrek neçar e ji bo rojnamevanan û divê dewlet vê derfetê bi wekhevî ji bo hemû rojnamevan, rêxistinên medyayê û welatiyan peyda bike.
'Ne luks e mafekî bingehîn e'
Sendîkayê tekez kir ku înternet mafekî giştî ye, ne îmtiyaz an luks e. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku medya tenê bi riya têkiliyê bi civakê re dikare hebe û herikîna tendurist a agahdariyê bêyî beşdariya giştî di qada dîjîtal de ne mumkin e.
Daxwaza bidawîanîna qedexeyan
Sendîkaya Rojnamevanên Tehranê, bi bîr xist ku welatî di salên dawî de gelek caran ji vê mafê bêpar mane, bang kir ku dawî li polîtîkayên sînordar û cudakar di qada înternetê de were û gihîştina belaş a tora agahdariya cîhanî bikeve bin temînatê.