‘Rojnamevanên jin wê bibin dengê rastiyê’
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de dan zanîn ku tevî zor, zehmetî û êrîşan jî rojnamevanên jin dibin dengê gel û şopdarên riya rastiyê ne.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi 150 delegeyan konferansa xwe ya 4’emîn duh li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Rojnamevanên jin ên ku di konferansê de amade bûn dan zanîn ku tevî zor, zehmetî, êrîş û koçberiyê bûne dengê rastiyê û roleke girîng ji bo ragihandina rastiyê ji tevahî cîhanê re lîstine.
‘Me konferansê diyarî Cîhan Bîlgîn kir’
Rojnameger Stêrk Gulo bal kişand li ser lidarxistina 4’emîn konferansa YRJ’ê û got: “Me çaremîn Konferansa Yekîtiya Rojnamegeren Jin, diyarî hevala xwe Cîhan Bîlgîn a ku di dema şopandin êrîşên li ser Bendava Tişrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin kir. Rojnamegerên jin ên tevlî konferansê bûn, li ser pêşxistina xebatên çapemeniyê bi dengê jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinên girîng kirin. Her wiha li ser têkoşîna ku li dijî zihniyeta desthilatdar a mêr tê dayîn jî nîqaş kirin. Di konferansê de bal hat kişandin ku divê ji bo jinên rojnameger perwerdeyên pîşeyî zêdetir bibin, bi vê armancê akademî werin vekirin. Armanca me ew e ku em hemû rojnamegerên jin ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin bikin. Weke Yekîtiya Ragihandina Jin, em hemû rojnamegerên jin û saziyên medyayê yên ku ji bo rastiyê derxin holê dixebitin hembêz dikin. Weke yekîtî peywira me ew e ku em bibin dengê têkoşîn û berxwedana jinan û li dijî hemû pirsgirêk û zoriyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin bibin xwedî hêza çareseriyê. Em rojnamegerên jin dive bi pênûsû kamerayên xwe, ji bo eşkerekirina rastiyan û doza ku rêhevalên me tê de canê xwe feda kirine biparêzin.”
‘Ji 50 ber bi 500 rojnamevanên jin re xebatên xwe didomînin’
Rojnamevan Ciwana Cuma li ser zehmetiyên ku rojnamavanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikşînin got: “Ev konferansa ku îro me li dar xist gere beriya du salan hatibûya lidarxistin. Lê ji ber rewşa şer a li Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê, em neçar man taloq bikin. 4 sal in ev konferans nehatiye lidarxistin. Bi amadebûna 150 delegeyan me ev konferans li dar xist. Dema ku em ewqas hejmareke zêde li vê hola zanîngehê dibînin pir pê kêfxweş dibin. Em bînin bîra xwe ku ragihandina jinan ji 50 kesan dest pê kir em îro dibînin bi 500 kesan berdewam dike ne hejmareke kêm e. Helbet di nava evqas salan de zehmetî hebûn, zehmetiyên di nava xebatê de ku rojnamevanên jin di qadên şer de kişandin zêde bûn gelek caran rojnamevan rastî êrîş û gefan hatin lê soza ku destpêkê rojnamevanên jin bi bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dane bi wî ruhê ronamevanên me yên jin di nava hemû qadên civakî de cihê xwe digrin. Li qadên şer jî li kêlek şervan bi kamera û pênûsên xwe di pêşengî dikin.”
‘Em ê xebatên xwe li gorî ruhê serdemê bidomînin’
Ciwana Cuma da zanîn ku di demên dawî de piranî rojnamevanên jin li ser ekranan, deng û rûyê rastiyê ji cîhanê re radigihandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di van salên dawî de bi taybetî me dît ên ku piranî derdiketin ser ekranan û rastiyê radigihandin rojnamevanên jin bûn. Dema ku em behsa van pêşengiyan dikin, tenê behsa pêşengiya jinên Kurd nakin, rojnamegerên jin ên Ereb jî di YRJ’ê de cihê xwe digrin. Em bi hêvî ne ku bi vê konferansa me ya 4’emîn encamên baş bi xwe re bîne, ji ber ku em îro di pêvajoya aştî û civaka demokratîk re derbas dibin. Çawa ku Rêber Apo gavên aştiyê ji ber re dide destpêkirin gere em jî bi aştî bixebitin û têkoşîna xwe xurtir bikin.”
‘YRJ dibe dengê jinan’
Rojnamevan Xebat Ebas jî da zanîn ku Yekîtiya Ragihandina Jin li ser misogerkirina mafên jinan dixebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Konferansa YRJ’ê gaveke girîng e, gaveke ji gavên avakirina rojnamevanan e ku ji 2011’e ve heta roja îro didome. Gav bi gav em dikaribûn hinek tiştan qezenc bikin û bi pêş bixin, Yekîtiya Ragihandina Azad heye lê pir girîng e ku li kêleka wê jî Yekîtiya Ragihandina Jin heye. Ji ber YRJ misogeriya mafên jinan e û dibe dengê wan. Em dibînin ku niha Sûriye di rewşeke nû de ye. Piştî rûxandina rejîma Baasê, em dixwazin rojnamevanên jin xwe bigihîjînin hemû deverên Sûriyeyê rewşa jinên Sûriyeyê derxin pêş ji ber ku hê jî Sûriye aram nebûye. Avakirina vê sendîkeyê dikare bibe sûdek ji bo ku em xwe bigihîjînin dewletên navneteweyî ji bo ku em mafên hevalên xwe yên şehîd ên li dijî DAIŞ’ê û dewleta Tirk şer kirin û şehîd bûn di dadgehên cîhanî de misoger bikin.”
‘Ruxmî hemû êrîşan beşdarbûna jinan di nava qada çapemeniyê de roj bi roj zêdetir dibe’
Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê Evîn Îbrahîm jî diyar kir ku lidarxistina konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin di vê demê de pir girîng bû. Hejmara ronamevanên jin roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Lidarxistina konferansê di vê demê de bi taybetî pir girîng e, ji ber ku em dibînin guhertinek siyasî li Sûriyeyê çêbûye. Rejîma ku bi salan zulm û zordariyê li ser gelan dabû meşandin edî hat rûxandin, li şûna wê jî hikumeta veguhêz hatiye ku ew jî heman kiryarên rejîmê li ser gelan dide meşandin. Di rewşeke wiha de lidarxistina Konferansa 4’emîn a YRJ’ê peyamek e ji bo tevahî gelên Sûriyeyê. Em dibêjin ku em ê her dem bibin dengê gel. Di nava van 4 salên derbasbûyî de di navbera konferans 3’yemîn û 4’emîn de gavên pir girîng hatin avêtin ji aliyê YRJ’ê ji ber ku bi taybetî bi nêrîna jinan kar û xebatên xwe dike û rojeveke li gorî wan dide avakirin. Zor û zehmetiyên ku YRJ tê re derbas bibûn hebûn di nava van 4 salan de lê di heman demê de dikaribûn xebateke pir baş jî bidin meşandin ruxmî hemû êrîş û astengiyan û beşdarbûna jinan a nava qada çapemeniyê de jî roj bi roj zêdetir dibe.”