Rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin berdan

5 rojnamegerên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li dozgeriyê hatin berdan.

Mêrdîn- Rojnameger Heval Onkol, Pelşîn Çetînkaya, Kesîra Onel, Ferhat Akinci û Muhammed Alî Yilmaz ku di 21’ê Çileyê de dema li Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên ser Rojava dişopandin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Rojnameger, duh piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê îro sewqî Edliyeya Nisêbînê hatin kirin.

Rojnameger, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.