Riham Hesen: Bi vê kongreyê em dixwazin ber bi jiyana komînal ve biçin

Ev demek e Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) amadekariya kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn dike. Ji koordînasyona TAJÊ Riham Hesen behsa girîngiya kongreya 3’yemîn kir û got: “Pêşeroja civakê di rêxistinkirina jinan de ye.”

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 18’ê Gulanê de bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî, Ber bi Jiyana Komînal Ve” kongreya xwe ya 3’yemîn li dar dixe. Tê payîn ku ji gelek welat û rêxistinan dê jin beşdarî kongreyê bibin û di kongreyê de li gorî rewşa herêmê û pêwîstiyên demê gelek guhertinên bingehîn ên pergalê dê çêbibin.

Der barê, di pêvajoyek wisa de girîngiya lidarxistina kongreyê, amadekarî, hedef û armanca kongreya 3’yemîn de ji koordînasyona TAJÊ Riham Hesen ji ajansa me re axivî.

‘Dema civak bi pêşengiya jinan rêxistinkirî be hêza herî mezin e’

Di destpêka axaftina xwe de Riham Hesen behsa di vê pêvajoyê de girîngiya lidarxistina kongreyê kir û wiha got:  “Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, sala xwe temam kir. Vê bangê ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê deng veda. Em jî weke civaka Êzidî parçeyek ji vê guhertinê ne. Em dixwazin li gorî rihê vê demê, destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan û keda jinan hatine bidestxistin biparêzin û misoger bikin. Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em ji 2 salan carekê kongreya xwe li dar dixin. Di pêvajoyeke wisa de lidarxistina kongreyê gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de bi taybetî divê jin, li gorî pêwîstiyên demê pêşengiyê bikin. Bi dirûşma kongreyê ya “Bi Jin Jiyan Azadî, Ber Bi Jiyana Komînal Ve” em dixwazin ber bi jiyana komînal ve biherikin. Hêza herî mezin, hêza civakê bi xwe ye. Dema civak bi pêşengiya jinan rêxistinkirî be, hêza herî mezin derdikeve. Ev kongre ji bo di civakê de rola jinan xurt bibe pir girîng e. Dîsa divê ji bo ji êş, pirsgirêk û pêwîstiyên jinan re bibe bersiv.”

‘Bi pêşengiya jinan civak wê ber bi guhertinan ve biçe’

Riham Hesen di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rol, mîsyon û yekîtiya jinan û wiha got:

“Ev kongre bi beşdariya hemû jinan wê xurttir bibe. Bi nêrîn û nîqaşên li ser çareseriyê weke jin em dikarin bigihîjin hinek biryaran. Xala herî esasî ew e ku di kongreyê de giştî rewşa jinan; çi aliyê siyasî, çi aliyê çandî û civakî be, em ê bikaribin nîqaş bikin. Yekîtiya jinan vê daye îsbatkirin ku jin tenê ne berpirsiyarên xwe ne, berpirsiyarên hemû civakê ne. Bi pêşengiya jinan, civak wê ber bi guhertinan ve biçe. Ji ber ku di heman demê de jin ji civakê re dayîktiyê dike, pêşaroja civakê di destên jinan de ye. Weke hemû civakan encama meşandina şerê taybet li ser civaka me jî bûye sedem ku zîhniyeta mêr zêdetir derbikeve pêş, jin di civakê de biçûk bê dîtin û ji cewherê xwe were dûrxistin. Bi yekîtî û rêxistina jinan em dikarin ji van pirsgirêkan re hemû çareseriyê bibînin. Weke tevgera jinên Êzidî em dixwazin di civakê de pêşiya vê helandinê bigrin û rojane tundiya li ser jinan tên kirin ji holê rabikin. Em jin dema bi hev re bin, em dikarin bibin hêz. Ev hedef û armanca me ya kongreyê ya esasî ye. Ji bo van hedef û armancan heta niha me gelek kar û xebat da meşandin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 2016’an de hat damezirandin û heta roja me ya îro her sal kar û xebatên xwe berfirehtir dike û gorî pêwîstiyên demê xwe nû dike. Bi vî awayî em dixwazin mafên jinan biparêzin.”

‘Bi rêya komînan em dikarin bêtir pirsgirêkên heyî tespît û çareser bikin’

Riham Hesen diyar kir ku ev demek e ji bo kongreyê amadekariyê dikin û wiha behsa girîngiya komînên ku bên avakirin kir: “Di çarçoveya kongreyê de hem li milê Qiblet, hem jî li milê Şemal li  hemû gundan bi jinan re civîn hatin lidarxistin. Di van civînan de bi îradeya jinan, berdevkên komînên gundan hat hilbijartin. Van berdevkên hatine hilbijartin wê beşdarî kongreyê bibin. Piştî ku kongre hat lidarxistin ev komîn li hemû deran wê dest bi karên xwe bikin û komîteyên xwe ava bikin. Bi vî awayî rêxistinkirinek bêhtir di nava hemû jinan û civakê de tê hedefgirtin. Bi riya van komînan em dikarin bêhtir pirsgirêkên heyî tesbît û çareser bikin da ku em ji êşên jinan re bibin derman. Ji bo jin bikaribin maf û azadiya xwe biparêzin, pêwistiya vegera cewherê xwe û avakirina yekîtiya xwe heye. Bi riya komînan jin dê bêhtir bikaribin der heqê xwe de biryaran bidin û çareseriyê ava bikin. Hedefa me ew e ku em di her qadê de rola jinan zêdetir bikin û xurt bikin. Dema em van  dibêjin tenê behsa jinên niha di TAJÊ de cih digrin nakin. TAJÊ nasnameya hemû jinan e. TAJÊ di şexsê jinên Êzidî de temsîliyeta hemû jinan, temsîliyeta azadî û demokrasiyê dike. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku bi yekîtiyê destkeftiyên nû ava bikin. Bi vî awayî jî em bêhtir bikaribin ji jinan û civakê re xizmetê bikin.”

‘Ev kongre ne ji bo pekhateyek an komek tenê ye’

Riham Hesen di axaftina xwe de, da zanîn ku Şengal ji aliyê pêkhateyên xwe ve cihekî dewlemend e û wiha berdewam kir: “Kesên ku di fermanê de ji Şengalê koç kiribûn dîsa vedigerin cih û warê xwe. Pêkhateyên ku beriya fermanê bi hev re dijiyan dîsa bi awayekî aştî û azadî bi saya hêzên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bi hev re dijîn. Jiyan li Şengalê geş bûye. Em dibînin ku îsal ji her salê bêhtir vegera Şengalê çêdibe. Ev jî erk û berpirsiyariyên me mezintir dike. Her jinek pêwîst e xwe berpirsiyar bibîne ku em bi hev re xizmeta vê civakê bikin. Dema em vê dibêjin tenê em behsa jinên Êzidî nakin, gelek pêkhate li Şengalê hene û em dixwazin bi hev re li Şengalê kar û xebateke xurt bimeşînin. Di vê demê de pêwîstiya vê gelek e. Hedef û armanca me yek jî ew e ku bi riya vê kongreyê em bikaribin xwe bigihîjînin jinên pêkhateyên cuda. Jixwe ji bo jinên pêkhateyên cuda di kongreyê de cih bigrin, me wan dawetî kongreyê kir. Ev kongre ne ji bo pekhate yan komek tenê ye. Şengal weke bostanek e, ji her rengî gul tê de hene. Bi vî awayî kongreya me bi beşdarbûna jinên ji pêkhateyên cuda wê xweşiktir bibe.”

Riham Hesen di dawiya axaftina xwe de xwest, her jin di nava komînan de cihê xwe bigre û wiha got: “Her jinek berpirsiyarê komîn, parastin û xwerêxistinkirinê ye. Bi vî awayî hebûna jinan wê bê parastin. Ji bo em bikaribin kar û xebateke layîqî civaka xwe bikin, pêwîst e her jin di taxên xwe de beşdarî komînan bibin da ku em bi hev re kar û xebatên xwe bidin meşandin. Herî dawî ez ji hemû jinan re serkeftinê dixwazim.”