Rêxistinên hiqûq û jinan: Ne edaleta mêr edaleta rast
Rêxistinên hiqûq û jinan li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan û gotin: “Hewceye di dosyeya Rojwelat Kizmazê de jî xebateke bibandor were kirin. Ev rewş, nîşaneya polîtîkayên necezakirinê ye.”
Navenda Nûçeyan – Rêxistinên hiqûq û jinan, bi daxwaza ku ji bo Gulistan Doku û mafê jiyanê yê jinan lêpirsîneke baş were kirin û peywirdarên cemaweriyê jî di nav de hemû berpirsyar bên darizandin, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Heta faîl tên girtin û edalet pêk tê em ê ji bo Gulistanê serî hil din” hate hilgirtin û dirûşmên “Ne edaleta mêr edaleta rast” û “Cînayetên jinan polîtîk in” hatin berzkirin.
Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Zîlan Aydin ve hate xwendin.
Zîlan Aydin diyar kir ku di dosyeya Gulistan Dokuyê de piştî demekê dirêj delîlên nû derketine holê û dosye baş nehatibû lêkolînkirin. Zîlan Aydinê, da zanîn ku geşedanên nû yên di dosyeyê de destekeftiyeke têkoşîna jina ye û wiha got: “Her wiha hevala Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hewceye di dosyeya Rojwelat Kizmazê de jî xebateke bibandor were kirin. Ev rewş, nîşaneya polîtîkayên necezakirinê ye.”
‘Bila herkes were aşkerekirin’
Di berdewama axaftina xwe de Zîlan Aydinê bi lêv kir ku kuştina jinekê bi tevahiya hêza dewletê tê veşartin û wiha pê de çû: “Lewma jî peywirdarên cemaweriyê jî di nav de divê hemû kes û saziyên berpirsyartiya wan tê de heye bên aşkerakirin. Der heqê peywirdarên darazê yên lêpirsîneke baş nekirin û wezîrên demê de jî kirariyên edlî û îdarî bên destpêkirin.”
‘Dê têkoşîna me bidome’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku pêwîste di dosyeya Rojîn Kabaîşê de jî lêpirsîneke baş were kirin, mirina wê ji her alî ve were ronîkirin û berpirsyar bên tespîtkirin. Zîlan Aydin, destnîşan kir ku tu dosyeyên têkildarî mafê jiyanê yê jinan nabe ku bi terkexemî û polîtîkayên necezakirinê bên vehêlandin û axaftina xwe wiha qedand: “Weke saziyên hiqûq û jinan; ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz û hemû jinên aqûbeta wan bi mirinên guman di tariyê de hatine hiştin heta rastî derdikeve holê, heta berpirsyar tên darizandin û edalet pêk tê em ê vê têkoşînê bidomînin, dozên wan bişopînin û gotina xwe bikin.”