Ramanê Ocalan pir nêzîkî karakterê xwezayî yê mirovan e
Ezîza Ebdulah a di 12 saliya xwe de PKK’ê û fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye, got ku Rêber Apo gelek salan di zîndana Îmraliyê de ma, lê me dev ji raman û felsefeya wî berneda.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Ji bo her tevgerek an partiyekê bingehek heye , her dem ew bingeh wekî lêvegera hêz û baweriyê ye . Partiya Karkrê Kurdistan li ser fikir û Ramanê Rêber Ocalan hat ava kirin û bi piştgiriya malbatên welatparêz, bi taybet dayîkên welatparêz, ev tevger di nava erîşên herî dijwar û hewldana têkçûna wê de, berfirehtir bû.
Ezîza Ebdulah a 55 salî ku di nava malabatek welatparêz de mezin bûye, niha dayîka 7 zarokan e. Ji 12 saliya xwe ve partiyê nas dike û ji bo pêşkêşkirina alîkariya ji partiyê re, karê paletiya nîsk û pembo jî kiriye. Ezîza mala xwe ji bo kadroyên rêxistinê vedike û ji bo wan dibe dayîk, xwişk û bijîşk.
‘Bi saya fikrê Ocalan jinan mafê jinbûnê bi dest xist’
Ezîza da zanîn ku ew di nava tevgerê de wekî dayîka Bêrîvan tê naskirin û wiha got: “Di nava partiyê de, gelek rêz û teqdîr heye. Ji ber vê yekê ez bi navê keça xwe dihatim naskirin.
Berî damezrandina partiyê û naskirina fikrê Serokatî, jin xwedî nirxek hindik bûn û wekî hebûnên serbixwe nedihatin dîtin. Di nava civakê de dema mirov keçek jê re çêdibû bi navê wê keçê nedihat nasîn, bi navê lawê xwe jî. Navê keçê wekî şerm dihat hesibandin. Piştî damezrandina partiya me û naskirina ramana Serokatiyê, jinan mafê jinbûnê bi dest xistin. Em jin bûn, lê wekî jin ti nirxek me tunebû û me nedikarî bi zimanê xwe yê dayîkê biaxivin. Bi hatina Serok û damezrandina Partiyê re, me dest bi hezkirina jiyanê, hezkirina hebûnê û îdeolojiya ku ew dişopînin kir.”
‘Bêrîvan keçek şoreşger bû hezkirina me ya ji partiyê re xurttir bû’
Ezîza wiha behsa çawanîna naskirina partiyê kir: “Dema ku ez cara yekem bi partiyê re nas bûm, ez 12 salî bûm. Wê demê em li Dirbesiyê dijiyan; ji wan re digotin xwendekar. Ew ji bo alîkariyê dihatin cem bavê min. Gelek heval li ser sînorên Çatliyê şehîd bûn. Ew bi rengekî girûp dihatin herêmê da ku rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û bi civakê re bidin nasîn. Hevalek kadro ya jin hebû, bi navê Berîvan. Ew bi zehmet û bi hezkirin dixebitî û her kesê ku wê nas dikir jê hez dikir û bi Partiyê ve dihat girêdan. Dema ku ez zewicîm û keça min çêbû, min navê wê kir Berîvan.”
‘Mala min ji bo partiyê vekirî bû û ez ji bo wan dayîk, xwişk û bijîşk bûm’
Ezîza destnîşan kir ku kadroyên di partiyê de, xwedî ehlaqek bilind in û ev yek bûye sedem ku bi wan ve bê girêdan. Ezîza li Hesekê zewicî, lê tevlîbûna xwe ya bi Partiyê re domandiye û wiha pê de çû: “Min mala xwe ji wan re vekir da ku bikaribim alîkariya wan bikim ku îdeolojiya xwe bipêş bixin û kûrtir bikin. Ew dema dihatin malên me, xizmeta xwe dikirin. Qebûl nedikirin ku em xizmetê ji bo wan bikin û şert û mercên mala ku lê dimînin teqdîr dikin. Ew pêbawer in û ev yek bû sedem ku ez ji wan û rêya ku ew dişopînin hez bikim. Hevalên birîndar hebûn ku em ji bo wan bijîşk bûn û mala min nexweşxaneyek bû ji bo dermankirina wan, tevî tirsa min a dijwar ji girtinên dewletê û lêdana wan a rojane li deriyên me. Lê ez ji bo wan dayîk, xwişk û bijîşk bûm.”
‘PKK rihek e ku di nav me de dijî û ji ber vê yekê roj bi roj mezin bû’
Ezîza balkişand ser karê ku ji bo alîkariya Partiyê dikirin û destnîşan kir ku rêjîmê her dem hewl dida ku rê li ber wan bigre lê nikarîbû. Ezîza zextên rejîmê û berxwedan û baweriya li hember wê, wiha anî ziman: “Em ji serê sibê ve, heta gundên derdora Amûdê wek karker di erebeyan de diçûn û dixebitîn da ku alîkariya partiyê bikin. Dewleta Baasê hewl da ku me rawestîne, lê kes nikare li pêşiya kesekî ku tiştekî dixwaze û jê hez dike bisekine. Me kar kir û ji gel alîkarî xwest. Hinekan malên xwe vekirin, hinekan deriyên xwe girtin, lê me deh caran li deriyê wan xist da ku ew li ser Partî, îdeolojiya Rêber fêr bibin û tevlî tevgerê bibin. Ruhekî gel ê bihêz û hevgirtî hebû û tevî nebûna mûçeyek mehane jî, gel bi xwe beşdarî berfirehkirina Partiyê bû. Pere li gorî evîna vê tevgerê tiştek nîne; ew ruhek e ku di nav me de dijî û ji ber vê yekê roj bi roj mezin bû. Divê em her tim ji bîr nekin ka ev Partî çawa dest pê kir, derfetê wê çi bûn û çawa gihîşt vê qonaxê, da ku em hêz û baweriya xwe nû bikin.”
‘Bi berxwedana jinan Newroz dihat pîrozkirin’
Ezîza diyar kir ku jinan digel êrîş û zextên rêjîma Baasê, hêz û îradeyê afirandine û wiha berdewam kir: “Ji bo pîrozkirina roja me ya neteweyî Newrozê, êrîşên rejîma Baasê çêbûn. Lê jinan her tim li hember van êrîşan li ber xwe dan, alên xwe yên pîroz di nava cilê xwe vedişartin û pê cihê şahiyê dixemilandin. Tevî hemû hewldanên dewletê jî, pîrozbahî berdewam kirin. Wan ciwanên me girtin da ku îradeya me bişkînin, lê wan nizanibû ku em ew in ku îrade û hêzê diafirînin.”
‘Rêbertî xwedî hebûnek mezin bû, bi hêz bû lê aram bû’
Ezîza behsa xwe kir dema Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di salên 90’î de çawa dîtiye. Ezîza da zanîn ku di 15’ê Texaba 1990’î de, rêxistinê gotiye hûn dikarin biçin Lubnanê û wiha domand: “Gotin hûnn dikarin herin ba Rêbertiya xwe. Bi dehan malbatan xwe amade kir û yên din jî dixwestin werin, lê ji ber ku ew Kurd bûn û ne hemwelatiyên Sûriyeyê bûn, nekarîn. Em gihîştin sînor, lê wan bi fermî destûr neda ku em bikevin hundir. Em bi awayekî neqanûnî derbasî Lubnanê bûn û gihîştin Akademiya Mahsun Korkmaz. Li wêderê me rêbertiya xwe dît lê ji ber ku gel pir hatibûn, me nikarîbû xwe bighînin wî. Dema min Rêber dît, ez hem tirsiyam û hem jî şaş bûm, lê pir kêfxweş bûm. Ew xwedî hebûnek mezin bû. Ew bihêz bû, lê aram bû.”
‘Rêber Ocalan girîngî dida rexne û rexnedayînê’
Ezîza li ser wê hevdîtinê ev agahî dan: “Rêbertî behsa rola jinan û guhertina zihniyeta otorîter kir. Di axaftina xwe de, Rêber Ocalan girîngiya hebûn û azadiya jinan destnîşan kir. Ji ber ku perwerde bi rêya wan tê û perwerde ji bo her kesî pir girîng e. Rêbertî di axaftina xwe ya ji bo gel de, pênc caran ji wan xwest ku rexneyên xwe yên li ser wî, bêjin. Wî got, ‘Divê hûn xwe bispêrin xwe, xwe perwerde bikin û hevdu rexne bikin. Partiya me li ser rexne û rexnekirina xwe ava bû û berfireh bû.”
‘Kî felsefeya Ocalan nas bike jê hez bike, kûrtir tê de diçe’
Ezîza got ku ew xwe wekî partiyekê dibîne û her kesê ku di nav de dixebite, ji bo xwe, zarokên xwe û gelê xwe dixebite û wiha got: “Em nikarin gotinên Rêbertî ji bîr bikin. Rêber Apo gelek salan di zîndana Îmraliyê de ma, lê me dev ji raman û felsefeya wî berneda. Ev raman pir nêzîkî karakterê xwezayî yê mirovan e, ku li ser ehlaq, evîn û hevkariyê ava bûye. Ji ber vê yekê, her kesê ku wê nas dike, jê hez dike û kûrtir tê de diçe.”
‘Malbatên welatparêz wê li derdora partiya xwe bibin xelek’
Ezîza behsa êrîşên dawî yên li ser Rojava kir û balkişand ser rola jinên Kurd a di vê pêvajoyê de kir û wiha got: “Di vê qonaxê de, komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî, bi êrîşên li dijî gelê Kurd ji nû ve hate destpêkirin. Em, wekî dayîkan, bi ruhê welatparêziyê tevgeriyan. Me çek hildan û piştgirî dan hêzên xwe yên leşkerî. Ev erkê me ye: parastina xwe, zarokên xwe û axa xwe. Berxwedana me tirs xist dilê dijmin û wan êrîşên xwe rawestandin. Malbatên welatparêz bi bîrdoziya Rêber ve girêdayî ne ku ev qonax hebûn û yekîtiya me dixwaze. Me di demên dijwar de ji bo partiya xwe xebat meşandin û niha erkê me ye ku em wê biparêzin.”
Ezîza di dawiya axaftina xwe de xwest ku carek din hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne û di wê baweriyê de ye ku ewê wî carek din bibînin û lê guhdar bikin.