Qanûna nû ya Talîbanê tundiya navmalê qanûnî dike û parastina jinan sînordar dike
Qanûna ceza ya nû ku ji ajiyê Talîbanê ve hat derxistin, bû sedema rexneyan. Ev qanûn destûr dide mêran ku di şert û mercên diyarker de li dijî hevjinên xwe tundiyê bikin, ev jî jin û zarokan dê bê parastin bihêle.
Navenda Nûçeyan- Efganistan, biryar û qanûnên ku Talîbanê derxistin, rastî bertekên mezin hatin. Van rêziknameyan, di mijara paşketina mafên jinan û sînordarkirina azadiya takekesî de bû sedema fikarên mezin û nebûna mekanîzmayên parastinê her wiha tunebûna saziyên çavdêriyê balê dikşîne.
Talîbanê îro, ragihand ku qanûnek ceza ya nû ku destûrê dide mêran li dijî hevjîn û zarokên xwe tundiyê bikin, pejirandiye. Ev pêkanîn, mîna rêziknameyek ku tundiya nava malê qanûnî dike û şûna “sûc” mîna "meseleyek teqdîr" dabeş dike, rastî rexneyên berfireh hat.
Qanûn ji 60 rûpelan pêk tê û îmzeya serokê payebilind ê Talîbanê Heybetullah Akhundzada li ser heye. Ev qanûna ku ji bo dadgehên seranserî welat mîna referans hat belavkirin, ji mêran re ji bo bikaranîna tundiya di nava malê de rayeyek mezin dide. Qanûna ku ji bo jin û zarokan mekanîzmayek parastinê ya bi bandor mîsoger nake, mekanîzmayên parastinê yên bi bandor ji bo jin û zarokan tune ne, di mijara birîndarbûna giran de cezayê girtîgehê yê 15 rojan mîna cezayê herî zêde pêşbînî dike.
Qanûn, ji bo parastina jinan a ji tundiya fîzîkî, derûnî yan jî zayendî tu temînatek pêşkêş nake. Jinên ku dixwazin gilî bikin divê birînên xwe nîşanî dadgehekî mêr û hevjînê xwe bide. Her wiha qanûn, jinên ku ji tundiyê direvin û diçin mala malbatên xwe, mehkûmê sê meh cezayê girtîgehê dike. Endamên malbatê yên ku ji jinan re stargeh peyda dikin jî bi heman cezayê re rûbirû dimînin. Ev rewş dibe sedem ku hem jin û hem jî malbat rastî gefên duqat bên.