Polîsan bi ser pêşengeha TJA'yê de girt
Polîsan li Wanê bi ser pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tevli dîrokê kirine” de girt û dest danîn ser wêneyan.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Kolana Hunerê ya Wanê pêşengeha wêneyan a “Jinên ku jiyan tevli dîrokê kirine” vekir. Polîsan şevê din bi ser pêşengehê de girt û wêneyên jinên ku pêşengiya têkoşîna azadiyê kirine desteser kirin. Polîsan di serdegirtina pêşengehê de wêneyên Sakine Cansiz, Evin Goyî, Cihan Bilgin, Gulistan Tara, Nagihan Akarsel, Hero Bahaddin û Hevrin Xelef desteser kirin.
TJA, ji bo êrîşa polîsan şermezar bike dê saet di 11.30'an de li pêş Galeriya Hunerê daxuyaniyê bide çapemeniyê.