Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrîşên li dijî herêma Kurdistanê şermezar kir

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrîşên li dijî herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Divê Îran êrîşên li dijî Kurdistan û hêzên Kurd daye destpêkirin bi sekinîne û çareserkirina pirsgirêkên hundirîn bi rêbazên çareseriyên demokratîk bigre dest.”

Navenda Nûçeyan – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd têkildarî êrîşên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek weşand.

Platformê banga sekinandina êrîşên li Îranê kir û got: “Çareserkirina pirsgirêkên hundirîn bi rêbazên çareseriyên demokratîk bigre dest. Em hêvîdarin ku jinên Kurd û gelê Kurd bi yekgirtinê li dijî êrîşên zalimane bisekinin û pîştgiriya xwe mezin bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Roja sêşemê, 14’ê Nîsanê, rejîma Îranê, bi dron êrîşî komîteyên azadiyê yên Hizba Demokrat û şoreşgerên Komeleya Zehmetkêşan kir. Di encamê de, hin pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê birîndar bûn.

‘Divê çareserkirina pirsgirêkên hundirîn bi rêbazên demokratîk bigrin dest

Xazal Mewlayî yek ji wan birîndaran bû ku, ji ber birîna xwe ya giran, şehîd bû. Em vê bûyerê bi dilê xwe yê şikestî bi bîr tînin. Her çend em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re parve dikin, di heman demê de, em ji bo hemû birîndaran daxwaza başbûn û selametiyê dikin.

Rejîma Îranê li hemberî hêzên Kurd sûcên şer pêk tîne. Rûxmê wê jî hêzên Kurd li hemberê Îranê çalakiyekî çekdarî û pevçûnek pêk neanîne. Em wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bang dikin ku Îran êrîşên li ser Kurdistanê û hêzên Kurd bi sekinîne. Çareserkirina pirsgirêkên hundirîn bi rêbazên çareseriyên demokratîk bigre dest.

Di dawiyê de, em hêvîdarin ku jinên Kurd û gelê Kurd bi yekgirtinê li dijî êrîşên zalimane bisekinin û pîşgiriya xwe mezin bikin.”