Perwîn Buldan: Divê demildest qanûn bên derxistin
Bi boneya cejna qurabê DEM Partiya Wanê di roja 2’yemîn de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê Perwîn Buldan got: “Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye.”
Navnenda Nûçeyan – Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2’yemîn a cejna Qurbanê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê Perwîn Bûldan, parlementerên DEM Partiyê, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk ên bajêr û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
‘Baweriya Birêz Ocalan bi vê pêvajoyê heye’
Di bernameyê de endama Heyeta Îmraliyê Perwîn Bûldan axivî û destnîşan kir ku wan di 24’ê Gulanê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rehevdîtin pêk aniye û ev wiha got: “Tendirustî û moralê Birêz Ocalan gelek baş bû. Hevdîtinê 3 saetan dewam kir, piranî li ser çarçoveya qanûna ku dê ji meclisê derkeve bû. Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye. Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye. Ev qanûn dê ji 7-8 madeyan pêk were û ji bo heta demekî derbasdar be. Birêz Ocalan diyar kir ku dîtina wî ya vê taslaqê girîng e, pêwîst e ev taslaq dema derket em li ser vê taslaqê li hev bikin. Li gor vê qanûnê dê endamên rêxistinê ji vê qanûnê sûdbigirin û bixwazin werin Tirkiyeyê yan jî welatekî din dê werin.”
‘Divê demildest qanûn bên derxistin’
Perwîn Bûldan diyar kir ku dê ji bo ku qanûn bên amadekirin bi hemû hêza xwe di nav hewldanê de bin û ev nirxandin kir: “Piştî cejnê em ê ji bo ev qanûn derkevin di nav hewldanan de bin. Ji bo beriya ku meclis were girtin ev qanûn bên amadekrin em ê bi aliyên têkildar re hevdîtinin xwe bidomînin. Ji ber ku divê ev qanûn bêyî ku bê derengxistin, demildest bê derxistin.”
‘Çavên gelê me li van qanûnan e’
Pewrîn Buldan diyar kir ku pêvajoya heye xetereyên mezin di nava xwe de dihewîne û wiha bi dawî kir: “Em di pêvajoyeke ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne de ne. Wekî ku Birêz Ocalan jî diyar kir divê qet wext neyê derbaskirin, bi awayekî lez û bez em hevdîtinên xwe bikin, ji bo derketina vê qanûnê hewldanên xwe xurt bikin. Ev taslaqa qanûnê amade bibe û em bibin pêşkêşî Birêz Ocalan bikin. Piştî ku ev qanûn derkeve bêguman di warê demokratîkbûnê de jî gav bên avêtin. Çavên gelê me li van qanûnan e.”