Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan roleke pir girîng lîst

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan diyar kir ku pêvajo hatibû asta têkçûnê û Abdullah Ocalan banga muzakere û diyalogê kiriye, lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û QSD'ê de jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan- Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûdan, têkildarî peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de, nirxand.

‘Di encama berxwedanê de pêvajo gihîşt vê qonaxê’

Pervîn Buldan, bal kişand ser girîngiya peymanê û destnîşan kir ku ev pêvajo demeke dirêj e didome, gihîştina vê qonaxê girîng e û wiha axivî: “Ev demek dirêj e pêvajo didome. Gihîştina vê qonaxê bêguman girîng e. Hêjayî gotinê ye ku ev peyman di çarçoveya danûstandin û diyalogê de pêk hatiye. Lê bêguman, xwedîderketineke mezin û berxwedana gelê Kurd; bi rojane li qadan li ber xwe didin û di encama berxwedanê de pêvajo gihîşt vê qonaxê.”

‘Birêz Ocalan roleke pir girîng lîst’

Pervîn Bûldan anî ziman ku pêvajo hatibû asta têkçûnê û dikaribû bibe sedema mirina bi hezaran mirovan û wiha got: “Ji ber ku tiştên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimî nîşanî me da ku komployeke mezin hebû. Ev komployek bû ku dê bibe sedema komkujiya gelê Kurd bû. Ji ber vê yekê, em bê guman girîngiyê didin peymaneke wiha. Lê ez dixwazim tekez bikim ku Birêz Ocalan roleke pir girîng lîst.” 

‘Rê li ber diyalogê vekir’

Pervîn Bûldan da zanîn ku dema li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê pevçûn berdewam dikir di 17'ê çileyê de hevdîtin pêk anîne, Abdullah Ocalan ji ber pevçûnan pir bi hêrs bûye û wiha got: “Di hevdîtina me ya dawî ya di 17'ê çileyê de, pevçûn li her du taxan berdewam dikirin û ji ber pevçûnan pir bi hêrs bûbû. Ji bo rê li ber diyalog û muzakereyan vebe tespîtên girîng kir. Piştî ku bi rêya me peyam gihîştin hinek deran, pêvajo hat vê astê. Ji ber vê yekê, ez dixwazim bêjim ku mîsyon, rol û bangên Birêz Ocalan di vî warî de ku li ser bingeha perspektîfa pêşîlêgirtina komkujiya careke din a li ser gelê Kurd bû, pêvajo anî qonaxa lihevkirinê.” 

‘Got ku Kurd bi komployeke mezin re rûbirû ne’

Pervîn Bûldan wiha domand: “Ji bo birêz Ocalan ewlehiya gelê Kurd her tim mijareke girîng e. Got ku Kurd bi komployeke mezin re rûbirû ne. Got ku ev komployeke nû ya 15'ê Sibatê ye. Ji bo Kurdan qetil bikin komployeke nû heye. Ji ber vê yekê ewlehî, pêşeroj, jiyan û parastina deskeftiyên ku li perçeyan hatiye bidestxistin tespîtên girîng kir.”

Pervîn Bûldan diyar kir ku têkoşîn bi dawî nebûye, pêvajo berdewam dike û wiha got: "Bêguman têkoşîn bi dawî nebûye, têkoşîn didome û dê her bidome. Ev tenê bi vê sînordar nîn e. Hikûmeta Şamê hikûmeteke demkî ye, lê bingeha gelê Kurd heta dîrokê diçe. Dema mirov li peymanê dinhêre, gelek mijar tên nîqaşkirin, ev têr dike an nake. Divê mirov mijarê tenê wisa  nenirxîne. Têkoşîna gelê Kurd dê berdewam bike.”