NY: Nijadperestî û zayendperestî rê li ber mirina jinên Efrîqî vedike
NY’ê diyar kir ku jinên ji eslê xwe Efrîqî di tenduristî, perwerde û kar de rastî newekheviyên mezin tên û ji ber rêjeya bilind a mirina dayikan banga gavên lezgîn kir.
Navenda Nûçeyan – Komîseriya Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY), bi boneya Roja Navneteweyî ya Jin û Zarokên Keç ên Efrîqî daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên bi eslê xwe Afrîkî bi newekheviyan re rû bi rû dimînin, ji ber ku nijadperestî û zayendperestî di tenduristî, perwerde, kar û pêvajoyên biryardanê de bi hev ve girêdayî ne.
Ev roj, her sal di 25’ê Tîrmehê de tê bîranîn. Di sala 2024’an de bi fermî ji hêla biryarnameyek Lijneya Giştî ya NY ve hat nas kirin. Dîroka wê digihije civînek ku di 25’ê Tîrmeha 1992’an de li Santo Domingo, paytexta Komara Domînîkî ku bi qasî 300 jinên ji eslê xwe Efrîqî ji 32 welatan beşdar bûne, hat lidarxistin. Di vê civînê de torek têkoşînê ya herêmî ku jinên ji Emerîkaya Latîn, Karayîb û dîyasporayê anî ba hev ava kir.
Di gihandina tenduristiyê de cûdakarî
Di daxuyaniya îsal a NY’ê de cudakariya ku jinên ji eslê xwe Efrîqî di gihîştina xizmetên tenduristiya fîzîkî û derûnî de rû bi rû dibin derxist pêş. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xizanî, newekheviyên di perwerde, kar de û nijadperestiya di nav pergala tenduristiyê de dibe sedema derengketina teşhîsê, tedawiya kêm, di dema zayînê de nêzîkatiyên xirab û negihîştina xizmetên tenduristiya zayendî.
Newekhevî ji holê ranabe
Daneyên di qada tenduristiyê ku ji aliyê Fona Nifûsê ya NY, UNICEF, UN Women, Rêxistina Tenduristiyê ya Pan Emerîkî û Komîsyona Aborî ya Emerîkayê bi sernavê ‘Analîza Tenduristiya Dayîkan a Jin û zarokên Keç ên Efrîqî li parzemîna Emerîkî’ hatiye amadekirin xwe dispêre xebatên hevbeş. Di analîzê de hate diyarkirin ku jinên Efrîqî, beriya ducanîbûnê, di dema zayînê de û piştî anîna zarokan de rastî newekheviyên diyar hatin. Li gorî lêkolînê, jinên Efrîqî yên li DYE dijîn îhtimala mirina jinan di dema ducanî û piştî zarokanînê sê qat zêdetir e. Ev rêje li Sûrînamê 2,5 û li Kolombiyayê 1,6 qat hate qeydkirin. Zêdebûna asta perwerde û dahatê newekheviyê ji holê ranake.
NY destnîşan kir ku bi qasî pêwîst bal nedana ser êşên jinên ji eslê xwe Efrîqî, di dema zarokanînê de rastî nêzîkatiyên xirab û negihîştina xizmetên tenduristiyê yên li gorî pêdiviyên wan ên çandî, mirinên ku dikarin pêşî lê bên girtin zêde dike. NY bang kir ku di qadên perwerde, tenduristî, kar û nûnertiya siyasî de divê gavên berbiçav bên avêtin.