Nûçegihana me ji Kobanê ragihand: Rewş metirsîdar e

Nûçegihana ajansa me Berçem Cûdî rewşa dawî ya Kobanê ragihand. Berçem Cûdî anî ziman ku rewşa heyî ya li Kobanê metirsîdar e û banga xurtkirina hişyariyê li hemberî Kobanê kir.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi rojan e di bin dorpêça çeteyên DAIŞ’ê, HTŞ’ê û dewleta Tirk de ye. Bajarê ku gel li ser bingehê seferberiyê gel kolan kolan, tax bi tax hebûna xwe lê diparêze, di bin êrişên giran ên çeteyan de û ji ber qûtkirina avê, kerabê û nebûna sotemeniyê rewşekî dijwar a mirovî dijî. Li gel agahiyên ku dewleta Tirk jî ji milê sînor ve hêzê dikşîne ber Kobanê, ji ber nebûna sotemeniyê herî dawî çar zarok jiyana xwe ji dest dan, li gundewarên başûrê Kobanê çeteyan gelek komkujiyan pêk anîn.

Nûçegihana ajansa me ya NûJinhayê Berçem Cûdî rewşa dawî ya li Kobanê ragihand.

Êriş mîna 2014 ye tenê nav hatiye guhertin

Berçem Cûdî bal kişand ku êrişên  niha çeteyên HTŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk pêk tîne ji her alî ve dişibe êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de û wiha domand: “Wê demê jî dorpêçek pir mezin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dihat pêkanîn. Ji av, kerabe û gelek pêdiviyên jiyanê bêpar mabû. Dorpêçek mezin hebû. Qonaxa niha ya gelê Kobanê tê de dijî mirov dikare bişibîne hev. Wê demê êriş bi navê DAIŞ’ê bû, hêzên piştevaniya DAIŞ’ê dikirin li pişt perdeyê de vê yekê dikirin. Niha cûdahî tenê ev e ku ev çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê, bi navê HTŞ’ê dibe bi navê hikumeta demkî ya qaşo Sûriye dibe, qilifekî nû li van çeteyan hat kirin. Ev hêzên ku di sla 2014’an de piştevanî didan wan niha bi awayekî aşkere piştgirî didin van çeteyan.”

Şer û pevçûnên dijwar pêk tên

Berçem Cûdî ya ku got “Ev demekî dirêj e piştî êrişên dagirkeriyê yên destpê kirin li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û pê ve girêdklayî li bajarên din, herî dawî em dibînin bajarê Kobanê û kantona Cizîrê ji hev hat qûtkirin” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov dikare bêje herdû herêm niha dorpêçkirî ne. Lê rewşa Kobanê bi rastî hinek cûdatir e. Li Kobanê ji gelek aliyan ve cephe ne niha. Şer û pevçûnên diwar lê pêk tên. Qaşo çend roj in agirbest hatiye ragihandin û ev agirbest 15 rojên din jî hat dirêjkirin, lê rojane binpêkirin heye, rojane çeteyan êriş dibin ser Kobanê û gundewarên wê.”

Berçem Cûdî anî ziman ku li kêleka êrişên pêk tên, gelê gundewarên Kobanê rojane kiryarên van çeteyan dijîn û wiha axivî: “Gelek gundên Kobanê nêzî Sirînê û Eyn Îsa ne. Ev her du bajarok jî niha di destê van çeteyan de ne. Ji ber vê jî ev çete hewl didin xwe bigihînin gundên ku Kurd lê dijîn û komkujiyên mezin pêk bînin. Zexmetî mezin û metirsiyekî mezin li ser gel heye.”

Têkildarî tevlîbûna gel a ji bo seferberiya ku hat destpêkirin û biryardariya wan Berçem Cûdî wiha got: “Tevî hemû şert û mercên heyî, tevî dorpêça dijwar û şerê giran a li ser Kobanê û komploya ku em weke gelê Rojavayê Kurdistanê pê re rû bi rû ne, bi rastî jî gel xwe di serkeftinê de kilît kiriye. Moralekî mezin, coşekî mezin em bi gel re dibînin.  Ew û şervanên ku vê axê diparêzin min bi mil biryara ku ‘yan wê berxwedana me serbikeve an jî em ê mirinekî bi rûmet hilbijêrin û ji bilî van herdû hilbijardeyan tu riyên me tune ne’ dane. Biryara gel û şervanên Kobanê ev e. Bi taybetî jî jin pêşengiyekî pir mezinji vê biryardariyê re dikin. Ev rojên ku em dijîn, ev coş û morala heyî ya ruxmê dorpêçê û şer û pevçûnên ku çêdibin bi taybetî jî 26’ê Çileyê ku salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê ye, carekî din ev rih zindî dibe. Em vê rihî bi şênberî di jiyana xwe de dibînin. Ji 2015’an heya niha, di vê dorpêç û êrişê de jî gelê Kobanê carekê din vê rihî bi zindî di civata ku li dora agirê azadiyê dicive, carekî din biryardariya têkoşînê teqez dikin. Dibêjin em li vir in, ev ax ya me ye û dev ji têkoşînê bernadin.”

Rewş metirsîdar e

Li ser rewşa mirovî ya ku Kobanê di nav de dijî nûçegihana me Berçem Cûdî van agahiyan da: “Ger em behsa aliyê mirovî ya Kobanê bikin, bi rastî jî aloziyekî pir mezin tê jiyankirin. Navenda Kobanê biçûk e lê halê hazir dilê wê ji her demê mezintir bûye. Koçberên ku ji gelek bajarên ev çete êriş birine ser koçber bûne hene. Ji Reqa, Tebqa, Eşrefiyê, Şêx Meqsûd, Eyn Îsa û Sirînê koçber berê xwe dane Kobanê. Ji gundewarên ku niha bûne eniyên şer koçberiyek mezin heye ber bi Kobanê ve. Kobaniyan malên xwe ji bo wan vekirine. Ji ber ku hejmar ewqas zêde ye êdî mal têra nakin. Ji bo vê di dibistanan de, di baxçeyên zarokan de û li cihên cûda ev koçber hatine bicihkirin. Pêdiviyên jiyanê li gor şert û mercên heyî ji bo wan tên pêydakirin. Li kêleka vê bi rastî jî rewşa bajêr ji her alî ve nebaş e. Kobanê niha bê av û bê kerabe ye. Krîza kerabe û înternetê jî herî dawî derket. Sotemenî ber bi xilasiyê ve ye. Pêdiviyên jiyanê rojane ji bajêr kêm dibin. Bajar ji her alî ve dorpêçkirî ye. Çarenûsa bi sedhezaran Kobaniyên ku li vir dijî ber bi nediyariyê ve ye. Ev dorpêç ger dewam bike dê aloziyên pir mezin xwe bidin der. Ji ber sermaya zêde û nebûna derfetên jiyanê yên bi tendirust gelek zarok jiyana xwe ji dest dane.”