Narîn Guran li ser gora xwe hat bibîr anîn
Narîn Guran ku 19 roj piştî windabûna wê li taxa Çulî cenazeyê wê hat dîtin, li ser gora xwe hat bîranîn.

Amed – Narîn Guran a ku 19 roj piştî windabûna wê di 21'ê Tebaxa 2024'an de li nêzî çemekî li taxa Çulî ya gundewarî ya Amedê, termê wê hatibû dîtin li ser gora xwe bi girseyî hate bîranîn. Di bîranînê de, ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Amed a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate birêvebirin, Beritan Guneş Altin, ji Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên rêxistinên parêzgeh û navçeyên Amed ên DEM Partî û gelek kesên din beşdar bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di bîranînê de axivî û got ku Narîn Guran bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Gulşen Ozerê got ku faîlên cînayetê nehatine tespîtkirin û got: “Faîl çima derneket holê, ev faîl kî ne, çima ewqas tên parastin? Narîn li ku hate qetilkirin û hûn çima faîlên wê dernaxin holê? Heta ku faîlên Narînê derdikevin holê em ê dozê bişopînin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Budak jî got ku piştî cînayeta Narîn Guran jî bi dehan komkujî li dijî jin û zarokan hatine kirin û wiha domand: “Mixabin komkujî û îstîsmarên li dijî zarokan roj bi roj zêdetir dibin. Berpirsyartiyên îktîdarê li dijî vê feraseta di nava civakê de rê li ber birînên giran vedike heye. Lê ne di ferqa vê berpirsyartiya xwe de ye. Îktîdar, ji bo qirkirinên li dijî jinan, îstîsmarkirina zarokan û komkujiyan tevdîran nagire. Heta mekanîzmayên demokratîk, azadîxwaz û şefaf tên pêşxistin û tevahiya civakê dibe parçeyekê vê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Dê têkoşîna me ya ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk bidome’
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Wekîla Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku di dosyaya Narîn Guranê de darizandineke ku wijdana civakê rehet dike nehatiye kirin û got: “Dewleta ku cînayet dernexist holê, bûyer veguherand bûyereke magazînê û xwest bi ser bigire. Cînayeta Narîn Guranê careke din nîşan da ku pergala edaletê di bin siya cînayeta Narînê de ma ye. Li ser hemû zarokan xetere heye.”
Bêrîtan Guneş bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Banga civaka demokratîk a birêz Abdullah Ocalan, banga avakirina jiyaneke birûmet û demokratîk a li her dera zarok lê dijîn e. Li ser gora Narînê em careke din soz didin ku dê têkoşîna me ya ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk bidome.”