Li Zanîngehan toreke ku polîs jî di nav de hene heye

Parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Selîm Ensarîoglu, ku bi bavê Rojîn Kabaîşî Nîzamedîn Kabaîşî re civiya diyar kir ku li hin zanîngehan torên îstismara rêxistinkirî hene ku polîs jî di nav de ne.

Amed – Malbata xwendekara Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Wan Yûzûncû Yilê, Rojîn Kabaîşî, ku du sal berê di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, lêgerîna xwe ya edaletê didomîne. Di vê çarçoveyê de, daxuyaniyên parlamenterê AKP’ê, Selîm
Ensarîoglu, bala raya giştî kişand û nîqaşên nû dest pê kirin.

‘Torên îstismara rêxistinkirî ne tenê bûyerek takekesî ye pirsgirêkek berfireh e

Parlamenterê AKP’ê piştî civîna ku bi bavê Rojîn Kabaîşî, Nîzamedîn Kabaîşî, re li ofîsa wî ya li Amedê pêk anî, îdia kir ku di nav hin zanîngehan de “torên îstismara rêxistinkirî” hene. Her wiha diyar kir ku ev bûyer ne tenê bûyerek takekesî ye, pirsgirêkek berfireh e.

Her wiha îdia kir ku ev tor, bi taybetî xwendekarên ku ji malbatên xizan tên an jî şert û mercên wan zor in, hedef digirin. Li gorî  nirxandinên wî ev kes bi tohmetên cuda têne tehdîtkirin û dûre têne xapandin da ku bikevin nav van toran.

‘Tor li çar zanîngehan hene’

Parlamenter destnîşan kir ku ev tor li gelek zanîngehan hene û anî ziman ku  di nav de Zanîngeha Kars Kafkasê, Zanîngeha Elazix Firatê, Zanîngeha Van Yûzûncû Yîlê û Zanîngeha Munzurê de, hene. ne tenê çend kes di van toran de cih digrin û dixebtin, polîs jî dikarin di nav van toran de cih bigrin û rol bileyzin.

 Ensarîoglu diyar kir ku ew dikare van îdîayên xwe îspat bike û wekî mînak bûyerek ku li Dêrsimê beriya çar salan qewimî bû nîşan da. Parlemnter diyar ku di wê bûyerê de, hat îdîakirin ku serokê beşekê li Zanîngeha Munzurê hejmarên têlefonên xwendekaran dan kesên leşkerî û polîsan, ji ber vê yekê rastî êrîşê hatiye. Wî di wê demê de  xwest ku bi parêzgarê Dêrsimê re hevdîtin bike, lê daxwaza wî hat redkirin.

‘Daxuyanî bû sedeam nîqaşên berfireh’

Daxuyaniyên Ensarîoglu bûn sedema ku nîqaşên li ser kuştina Rojîn Kabaîşî, ku di sala 2023’an de li Wanê di şert û mercên ne diyar de bên vekirin. Her çend malbata Rojîn Kabaîşî demek dirêj e daxwaza lêpirsînek berfireh û serbixwe dike, ev daxuyaniyên dawî pirsên nû di raya giştî derxistine holê.

Ji aliyekî din ve, heta niha ji hêla tu saziyek fermî, di nav de zanîngehên ku hatine binavkirin an jî rayedarên dewletê, ve di derbarê van îdîayan de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Malbata Rojîn Kabaîşî  banga vekirina lêpirsînekê bi awayekî zelal û serbixwe ku tê de rastiya bûyerê derkeve holê, kir.