‘Li Yemenê di teqîna mayînan de 40 zarok mirin’

Rêxistina Save the Children diyar kir ku di nav 6 mehên destpêkê yên vê salê de li Yemenê mayîn û teqemeniyên bermayiyên şer 107 sivîl kuştin û birîndar kirin, ji nav wan 40 zarok in.

Yemen – Rêxisitna Save the Children ragihand ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2025'an de li Yemenê ji ber mayîn û bermahiyên teqemenî 107 sivîl mirin û birîndar bûn, ku ji wan zêdetirî 40 zarok bûn. Ev jî ji sedî 37 ê tevahî mexdûran temsîl dike.

Di daxuyaniyek çapemeniyê de ku duh hat weşandin, rêxisitna Save the Children diyar kir ku Yemen yek ji welatên cîhanê ye ku herî zêde bi mayîn û teqemeniyên neteqiyayî qirêj bûye û hişyarî da ku ev bermahiyên kujer rojane gefê li jiyana sivîlan dixwin, taybet li deverên gundewarî û çandiniyê ve.

Di bûyerek trajîk de 5 zarokan hatin qetilkirin

Rêxistinê da zanîn ku bûyera dawî ku pênc zarok li parêzgeha Taizê dema ku futbolê dilîstin hatin kuştin, tenê yek ji rêze trajediyên ku li herêmên cûda diqewimin e û destnîşan kir ku zarok herî zêde bandor dibin, ji ber ku qadên lîstikê veguherîne qadên kuştinê. Şerên li pey hev ji salên 1960'an vir ve mîrateyek kujer ji mayîn û teqemeniyan hiştine. Li şûna kêmkirina vê tehdîdê, nebûna fînansmanê bûye sedema rawestandina hejmarek bernameyên paqijkirina mayînan û perwerdehiya xetereyê.

'Karanîna mayîn û teqemeniyan rawestînin'

Rêxistinê bang li bexşvanan kir ku tedbîrên lezgîn bigirin û fînansmana bernameyên paqijkirina mayînan û însiyatîfên hişyariyê zêde bikin. Ev hewldan tedbîrên rizgarkirina jiyanê ne, bi taybet ji bo civak û zarokan. Rêxistinê banga xwe ji hemû aliyên şer ên li Yemenê re dubare kir ku tavilê karanîna mayîn û teqemeniyan rawestînin û rêzê li qanûna mirovî ya navneteweyî bigirin.