Li Xezayê di bin siya şer de kevneşopiya çinîna zeytûnan

Li Xezayê tîma dilxwaz a "Heyat", bi armanca zindîkirina çanda Filistînê û xurtkirina têkiliyên civakî, çalakiya çinîna zeytûnan li dar xist. Di çalakiyê de govenda kevneşopî ya dabke jî hate pêşkêş kirin.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Li Zîvala Xezayê jinan piştî sê salên şer, bi armanca zindîkirina mîrateya çandî û xurtkirina têkiliyên bi ax û nasnameya xwe ya Filistînî re, demsala çinîna zeytûnan ji nû ve vejandin. Beşdaran, tekez kirin ku ew e vê mîrateya veguhezînin gelêrî ji nifşên pêşerojê re.

Di sehneyekî ku şopên jiyana Filistînî ya barê şer hildigre ji nû ve zindî dike de, mirovên li Zîvala Xezayê dijîn li dora darên zeytûnê kom bûn û beşdarî çinîna zeytûnan bûn. Çalakiyê, hewl da ku yek ji çalakiyên demsalî yên kevneşopî yên herî girîng bide jiyîn û kevneşopiyên salane yên ku ji ber salên şer, koçberî û wêrankirinê hatibûn qut kirin zindî bike.

Di çalakiya ku ji aliyê tîma dilxwaz a "Heyat" ve hatibû organîzekirin de, semînerek li ser mîrateya çandî ya Filistînê û girîngiya dara zeytûnê, taşteyeke komî, çinîna zeytûnan û pêşkêşkirina reqsa kevneşopî ya Filistînî dabke pekhat. Çalakî, di atmosfereke ku hewldana hevpar bi zindîkirina mîrateya çandî re tîne cem hev de pêkhat.

Demsala çinîna zeytûnan, beşeke bingehîn a bîra civakî ya Filistîniyan e

Demsala çinîna zeytûnan, beşeke bingehîn a bîra civakî ya Filistîniyan e. Malbatan di vê heyamê de ji bo ku zeytûnan berhev bikin, têkiliyên civakî xurt bikin, xwarinê parve bikin û ezmûnên xwe yên têkildarî axê ji nifşên pêşerojê veguhêzin, kom dibûn. Lêbelê şerê li Zîvala Xezayê ji ber wêrankirina zeviyên çandiniyê û sînordarkirina gihîştina deverên berfireh, ev kevneşopiyan bi ceribandinên dijwar re rûbirû hişt.

Çalakiya di vê çarçoveyê de hate lidarxistin, armanc kir ku hinek kevneşopiyên berhevkirinê werin zindî kirin û derfet ji beşdaran re were dayîn ku careke din bi axê re têkiliyê deynin û pratîkên ku beriya şer beşek ji jiyana wan bûn, werin bîranîn.

Suca Dakîs a beşdarî çalakiyê bû, wiha axivî: "Ji bo me, berhevkirina zeytûnan xwedî wateyeke pir kûrtir e. Ew beşek ji bîra me ya Filistînî û girêdana me ya bi axê re ye. Bi beşdarbûna di vê demsalê de, em kevneşopiyeke ku di zaroktiyê de fêr bûne ji nû ve dijîn û tevî hemû zehmetiyên ku em pê re rûbirû dimînin jî piştrast dikin ku mîrateya me ya çandî dê bidome.”

‘Ez çalakî kêliyên tijî şahî diafirîne’

Cîna Helû ya beşdarî çalakiyê bû, da zanîn çalakiyên bivî awayî gelek girîng e û got: "Pêdiviya me bi çalakiyên wiha heye. Ji ber ku mirovan tînin cem hev û rê didin me ku em careke din wê hewaya jiyanê ya ku di dema şer de me bêriya wê dikir, bijîn. Kombûna li derdora dara zeytûnê, beşdarbûna çinîne, lîstina dabke ye û parvekirina xwarinê vê yekê tîne bîra ku tevî êşên me, em dikarin dilsozê kevneşopiyên xwe bimînin û kêliyên tijî şahî biafirînin."

Jinên Filistînî: Ji parastina mîrateya çandî heta zindîkirina jiyanê

Endama Tîma Dilxwazên "Heyat" Nesrîn El-Misrî, diyar kir ku jinên Filistînî di parastina mîrateya çandî û veguhastina vê ya ji bo zarokan de roleke bingehîn dilîzin û wiha lê zêde kir: "Jin gelek kevneşopî û adetan di hûrgiliyên jiyana rojane de zindî dihêlin û hewl didin ku piştrast bikin ku nifşên nû nasnameyên xwe nas dikin."

Nesrîn El-Misrî, bal kişand ser girîngiya taybet a însiyatîfên civakî ya di vê qonaxê de û destnîşan kir ku ev însiyatîf qadeke beşdarbûn û danûstandinê ji bo jinan peyda dikin, alîkariyê dikin ku rola wan tenê bi rûbirûbûna barên rojane yên şer re sînordar nemîne û derfetê didin wan ku hebûna xwe di jiyana giştî de ji nû ve bi dest bixin.

Nesrîn El-Misrî, axaftina xwe wiha domand: “Vegera ser lingan ne tenê bi avakirina malan dest pê dike. Herwiha bi nûjenkirina têkiliyên di navbera mirovan de, vejandina kevneşopiyên ku tînin cem hev û pêşkêşkirina derfetan ji bo jin û zarokan a beşdarî çalakiyên ku hesta girêdanê xurt dikin bibin, dest pê dike.”

‘Dara zeytûnê sembola berxwedan û girêdana bi axê re ye’

Yek ji organîzatorên çalakiyê Randa Bekîr, diyar kir ku wan ev çalakî li ser bingeha girîngiya parastina van kevneşopiyan li dar xistiye û wiha pê de çû: “Bi taybetî ev çalakî di demekê de ku şer û encamên wê gefeke cidî li ser kevneşopiyên Filistîniyan ên girêdayî axê çêdikin. Me bi vê çalakiyê re xwest ku demsala çinîna zeytûnan zindî bikin û tekez bikin ku şer dê têkiliya me ya bi ax û mîrateya me ya çandî re qut neke. Dara zeytûnê ne tenê dareke ku em fêkiyên wê kom dikin, ew sembola berxwedan û girêdana bi axê re û beşek ji çîroka her malbateke Filistînî ye.”

Randa Bekîr, da zanîn bi rêya berhevkirina zeytûnan, gotina stranên kevneşopî û parvekirina xwarinê beşdaran hewl dan beşek ji jiyana xwe ya civakî ku ji ber şer ziyaneke mezin dîtibû ji nû ve zindî bikin û tekez kir ku li ser girîngiya berdewamkirina wan însiyatîfan kir ku mîrateya çandî ya Filistînê diparêzin û derfetê didin nifşên nû xwedî agahî û têkilî.