Li Xaneqînê sê jinên Kurd peywira dadweriyê girtin
Di dîroka Xaneqînê de ev cara yekem e ku sê jinên Kurd ên parêzer û yasanasên niştecihên bajarê Xaneqînê ne, peywira dadweriyê bi dest xistin.
Navenda Nûçeyan – Di destkeftekî dîrokî de ji bo jinên navçeyên dûr û bi taybetî bajarê Xaneqînê, ev cara yekem e sê jin Kurd ên parezer û yasanas ku niştecihên bajar in, karîne pileya dadweriyê bi dest bixin.
Ev gav, piştî ku ev jin bi pileya ji sedî 52’ê peymangeha dadwerî ya Bexda temem kirin hat û ji aliyê Serokatiya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê ve, fermana tayînkirina wan hate dayîn.
Dadwerên nû ji jinên parêzer, Nesrîn Sedûn Elî Mirza, Sazan Salih Reşî û Şîrîn Hesên pêk tê. Ev jin piştî sondxwarina zagonî, di çarçoveya dadgeha girêdayî Serokatiya Dadgeha Îstinafê ya Diyala de dê dest bi kar bikin. Xaneqîn di aliyê dadwerî de girêdayî Diyalayê ye.
Çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên medenî yên Xaneqînê, vê yekê wek werçerxek girîng di dîroka dadweriya herêmê de û nîşaneya ji bo xwegihandina jinên Kurd a pileyên herî bilind û peywirên zagonî dinirxînin.