Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, kuştina zarokê 15 salî yê di nava zanîngehê de û neewlebûna zanîngehê protesto kirin. Polîsên ku êrişî protestoyê kirin, gelek xwendekar bi îşkenceyê binçav kirin.

Wan – Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin. Piştî vê yekê xwendekarên zanîngehê îro xwestin çalakiyekê li dar bixin û ji ber neewlebûna zanîngehê bertekên xwe bînin ziman. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Beytariyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişî xwendekaran kir û bi îşkenceyê zêdetirî 10 xwendekar binçav kirin. Xwendekarên li derdorê bertek nîşanî binçavkirinan dan û li vir jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku polîsan di otobusên binçavkirinê de jî zext û îşkence li xwendekaran kirine.

Her wiha rojnamevanên li wir jî hatin astengkirin û polîsan li rojnamevan Kadîr Cesûr da.