Li Wanê deklarasyona 21’ê Sibatê: Divê Zimanê Kurdî bi zagonê mîsoger bibe
Înîsiyatîfa Saziyên Demokratîk deklarasyona 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê da. Di deklarasyonê de hate teqezkirin ku heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dê tekoşîn bidome.
Wan – Li Wanê Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxuyaniyekê deklarasyona 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê aşkera kir. Deklarasyon, bi dirûşma "Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî" li avahiya KURDÎGEH’ê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslanêê ve hate xwendin.
Arîfe Aslanê bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Bi rêya ziman re civak û gel dikarin bi hevre têkiliyeke dostanî deynin. Ziman, ji bo mirovan, gel û neteweyan rûmet e, nasname ye, hebûn e. Di heman demê de hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye. Mirov bi zimanê xwe dibin mirov, gel û civak bi zimanê xwe dibin netewe. Her wiha gel û civak bi rêzgirtina ji nirx û rûmetên hev re, dikarin hezkirin, xweşbînî û hestên xwişk û biratiyê di navbera xwe de ava bikin, bipêş bixin û bingeha aheng û pêkvejiyanê mayînde û mîsoger bikin, wekheviya zimanê dayîkê jî, bi pirrengî, pirdengî pirçandî û pirzimaniyê saz bikin.”
‘Gelê Kurd ev sed sale li ber xwe dide’
Bi domdarî Arîfe Aslanê diyar kir ku di sedsala 21'emîn de jî hêj jî gel ji bo ku bikaribin bi zimanê dayîkê biaxivin tedikoşin û wiha pê de çû: “Ji ber vê jî, 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ji aliyê UNESCO’yê ve hatiye qebûlkirin û îlankirin. Di sedsala 21'emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê Kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, daxwaza mafên xwe yên kolektîf dikin û di oxira nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin didin. Gelê Kurd jî, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê Kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin.”
Bernameya çalakiyên 21’ê Sibatê
Arîfe Aslan, da zanîn ku rêzeçalakiyên 21'ê Sibatê ku dê bên li darxistin û got: “Weke saziyên zimanê Kurdî, bi hest, helwest û hişmendiya parastin, pêşvebirin û bilindkirina qîmet û rûmeta zimanê Kurdî, bi daxwazên xwe yên Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, em ê, bi şiara 'statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî' xebatên xwe yên Zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de bimeşînin û bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, film û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbirkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza perwerdeya zimanê Kurdî, vekirina Parka Gulistana Zimanan, konserên pirzimanî, forum û belgedayînan, bi hevkarêya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclîsa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina windabûna zaravayê Kirmanckî, ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) û Wezîrê Perwerdehiyê re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê dayîkê berdewam bikin."
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Arîfe Aslanê, teqez kir ku heta ku zimanê Kurdî dibe zimanê perwerdehiyê ew ê tekoşîna xwe ya rewa bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Em, careke din balê dikişînin û binê wê xêz dikin ku heta zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi zagonan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe ya parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya Kurdî ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê Kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin.”