Li Urmiyeyê mamosteyek hat binçavkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, ragihandin ku mamosteyek Kurd bêyî biryara dadgehê hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan –Rejîma Îranê bi armanca birandina dengê jinan, bi dehan salan e polîtîkayên girtin, çewisandin û zextê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de li Urmiyeyê, mamosteyeke Kurd bêyî biryara dadgehê hat binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.

Li gorî nûçeyê, jina Kurd a bi navê Forûzan Îslamî ku mamosteya zimanê Îngilîzî û berpirsa Akademiya Ziman a “Newcewan” a li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û ew birin cihekî nediyar.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî tu biryareke dadgehê hebe bi ser mala Forûzan Îslamî de girtine wê birine. Heya niha der barê cih û rewşa tenduristiya wê de tu agahî nehatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Forûzan Îslamî di warê perwerdeya zimanê Îngilîzî de çalak e û weke kesayetiyeke naskirî ya Kurd li Urmiyeyê tê nasîn.