Li Tehran û Meşhedê qeyrana avê kûrtir dibe
Rêveberê Giştî ya Şirketa Av û Kanalîzasyonê ya Meşhedê, ragihand ku rezervên avê yên di bendavên bajêr de di astekî pir zêde de daketiye û diyar kir ku asta bendavên ku ava vexwarinê ya Meşhedê dabîn dikin, daketiye binê ji sedî 3.
Navenda Nûçeyan – Qeyrana avê ya li Îranê ket qonaxek nû û metirsîdar. Welat, li gorî navînîya demdirêj di barîna baranê de kêmbûnek ji sedî 40 dijî û bajarên mezin ên mîna Meşhed û Tehran di rewşek krîtîk de ne. Rezervên bendavan daket asta herî nizm a dîrokê.
Rêveberê Giştî yê Şîrketa Av û Kanalîzasyonê ya Meşhed Huseyîn Îsmaîliyan, ragihand ku rezervên bendavê yên pêdiviyên avê yên bajêr pêk tînin, daketine binê ji sedî 3 û diyar kir çavkaniyên avê yên Meşhed di astek krîtîk de ne û "teserûf" êdî pêşniyarek e, pêdivîyek e.
Huseyîn Îsmaîliyan, diyar kir ku îsal heta niha tenê 0.4 mm baran hatiye tomar kirin û da zanîn sala borî ev hejmar 27-28 mm û navînîya demdirêj jî 14 mm e. Huseyîn Îsmaîliyan, destnîşan kir li Meşhedê xerckirina avê di saniyeyê de 8 hezar lître ye û got ku ger geş ji sedî 20 teserûf bike, dikare pêşî li qutbûna avê bê girtin.
Her wiha li gorî biryara Navenda Çavdêriya Ava Meşhedê, wê ava kesên mîqdarên zêde avê bikar tînin bê qut kirin.
Li Tehranê qutkbûna avê ya şevê destpê kir
Wezareta Enerjiyê, ji ber hişkesaliya domdar û kêmbûna ava di bendavan de, li gelek deverên Tehranê qutkirina avê ya şevê pêktîne. Li gorî raporan, av ji saet 20:00 êvarê heta 06:00 sibehê tê qutkirin. Ji ber bernameyek fermî nehatiye ragihandin, gel bi awayekî bêserûber ji qutbûna avê agahdar dibin.
Wezîrê Enerjiyê Abbas Alîabadî, destnîşan kir ku wê zexta avê hinek şevan bi tevahî dakeve û diyar kir ku armanc kêmkirina windahiyên torê û teşwîqkirina teserûfê ye. Wezîr, ragihand ku rêbaz di saniyeyê de 15 metrekup av teserûf dike û ev yek “pênc qat mîqdara ava ku bi Bendava Talekan ve tê veguhastin” e.
Rewşa bendavan û baranê
Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Avê, îsal li seranserê welat baran li gorî navînîya 57 salan ji sedî 40 kêm bûye. Dema di 15 parêzgehan de kêmbûn di navbera ji sedî 30 û ji sedî 50 de ye, tenê yek parêzgeh di rewşek asayî de ye. Mîqdara avê di bendavên Tehranê de ji 490 milyon metrekupîk a sala borî, daketiye 250 milyon metrekupîk. Meteorolojiyê, ragihand ku ev payîz di 40 salên dawî de pêbajoya herî hişk bû û pisporan hişyarî dan ku wê barînên zivistanê jî nikaribe qeyranê telafî bike.