Li Suweydayê jinek ciwan hate qetilkirin

Li Şehbayê ya girêdayî bajarê Suweydayê, jina ciwan Fatîne Hemza ji aliyê mêrê ku berê pêre zewicandi bû ve li ber bankeyek bi çekê hate qetilkirin. Her wiha di encama êrîşê de navê jina ciwan jî jiyana xwe ji dest da.

Suweyda – Li Şehbayê ya girêdayî bajarê Suweydayê ya başurê Sûriyeyê jina ciwan Fatîne Hemze ya 24 salî ji aliyê mêrê ku berê pêre zewicandi bû ve li ber bankeyek rastî êrîşa çekdarî hat. Di encama êrîşê de jina ciwan û bavê wê jiyana xwe ji dest dan.

Bûyerê qetilkirina jina ciwan û bavê wê di civakê de bû sedema hêrsê. Bangên girankirina cezayen kiryên sûcên nava malê û mîsogerkirina ewlehiyê ya ji bo jinên rastî tundiyê tên, hate kirin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, kiryar piştî bûyerê hate girtin. Hat destnîşankirin ku dibe ku bûyer ji ber sedemên malbatî pêkhati be.