Li Sûdanê bi berfirehbûna pevçûnan gefa dorpêç û koçberî zêde bûye
Sûdan bi koçberiyê re bi felaketek mezin a cîhanê re rûbirû ye. Li eyaleta başûrê Kordofan û bakurê Darfurê rageşiya leşkerî didome. Piştî amadekariyên RSF’ê hat tesbîtkirin ku hişyarî tê kirin demek nêz bajarê El-Obeîd were dorpêçkirin.
Navenda Nûçeyan- Li bajarê Delenc (Dilling) ê Sûdanê, bi sedan nexweş, birîndar ji ber kêmbûna derman û nebûna lênêrîna tibî rûbirûyî şertên trajik in. Ji ber êrîşên bi top û balafirên bê mirov, piraniya nexweşxane û navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine.
Laboratuwara Lêkolînên Mirovî ya girêdayî Fakulteya Tenduristiya Gel a Zanîngeha Yale (HRL), piştî ku îro bi dîmenên peykê derxist holê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) amadekariyên parastina berfireh û tevgerên leşkerî dike, ji bo bajarê El -Obeîd (El Ubeyd) li bakurê Kordofanê li dijî xetera dorpêça nêz hişyarî da.
El- Obeîd ji nû ve rûbirûyî gefa dorpêçê ye, lêkolîneran diyar kir ku di halê hazir de bajarên Delenc û Kaduglî yên li çiyayê Nuba û başûrê Kordofanê RSF û Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê aliyê bakur di nava dorpêçê de ne.
Hedefgirtina tesîsên jiyanî
Li gorî raporê, dîmenên bi peykê ku di navbera 2-14’ê Çileyê de hatin kişandin, belge kir ku santrala hilberandina kehrebeyê ya li El-Obeid di encama êrîşa hewayî de xisar ditiye. Dîmen nîşan dide ku avahiyên li taxa El-Celabiye ya Rojhilatê El-Obeîd xisar dîtiye. Di van êrîşan de ji heman malbatê 8 kes di nav de rê li ber mirina 10 kesan vekiriye.
Komserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk bal kişand ku civak her diçe bi çek dibe û zêdebûna di mijara bi çekbûna zarokan û hişyarî da ku êrîşên li dijî tesîsên sivîl sûcê şer e.
Lêkolîneran, di nîva yekem a mehê de, li kampeke koçberan ku ji beşa navend, Bakur û El- Obeid zêdebûna nêzî 800 bicihbûnên demkî tesbît kir. Dîmenên peykê di heman demê de li goristana Zendî nêzî 60, li goristana El-Dalil 40 gor hene derxist holê û zêdebûna windahiyên canî raxist ber çavan.
Di êrîşan de zêdeyî 203 sivîl mirin
Odeya Rewşên Awarte ya Xwecihî ya Al-Tîna, eşkere kir ku ji 22’ê Kanûna 2025’an heta 16’ê Çileyê ji aliyê RSF’ê ve li dijî rêveberiya xwecihî û herêmên derdorê êrîş pêk anîne, di van êrîşan de zêdeyî 103 sivîl mirine û 88 kes birîndar bûne.
Komîteyê ji bo parastina sivîlan banga lezgîn a mudaxeleyê kir, Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) da zanîn ku ji ber hê zêdetir xirabûna ewlehiyê tenê di rojekê de zêdeyî 8 hezar kes ji cihên xwe bûne. Bi hezaran kesên li Başûrê Kordofan ji cihên xwe bûne, ji av û cihên bicihbûnê bê par, di nava şertên zor ên avhewayê de têkoşîna jiyanê didin. Ji ber rê vegeriyane temasên leşkerî di xwegihandina alîkariya mirovî de gelek zore.
Li bajarê Delenc jî di êrîşa ÎHA ya li dijî bazarê, zarok û jin di nav de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes birîndar bû, sê nexweşxaneyên mezin ji xizmetê derket.
Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji Nîsana 2023’an ve heta niha didomin. Şer bi mirina deh hezaran kesan û nêzî 13 milyon kesên ji cihên xwe bûne bi encam bû. NY hişyarî da ku Sûdan rûbirûyî ‘krîza mirovî ya herî xirab a cîhanê’ ye.