Li Somaliyê 4,4 milyon kes bê xurek in

Li Somaliyê ji ber mercen zor ên avhewayê û pevçûnên navxweyî 4,4 milyon kes bê xurek in, di navbera wan kesan de 1,7 milyon kes zarokên ji 5 salî biçûktir in.

Navenda Nûçeyan Somalî bû yek ji welatên ku ji ber guherîna avhewayê ger diçe krîza mirovî lê dijwartir dibe. Guherîna avhewayê, li welat yek ji sedemên sereke yên tunebûna xurekê û koçberiya nava welat e. Somalî yek ji welatên ku herî zêde ji van rewşan bi bandor dibe ye.

Li gorî rapora Saziya Rêveberiya Afatê ya Somaliyê nêzî 4,4 milyon kes bi tunebûna xurekê re rûbirû ne. Di navbera van kesan de zarokên ji pênc salî biçûktir ku hejmara wan 1,7 milyon e têr xwarinê naxwin û ji wan 466 hezar di rewşeke krîtîk de ne divê bi lezgînî mudaxele were kirin.

Ji meha Hezîranê ve heta niha ji 100 hezarî zêdetir kes ji cihên xwe hatin derxistin

Welat bi salan e ligel pêla hişkesaliyê ya ku bi salan e didome û mînakên wê tune ne, ji ber lehî û pevçûnên çekdarî, bi koçberiyên komî re têdikoşe. Tenê ji meha Hezîranê ve heta niha ji 100 hezarî zêdetir kes ji cihên xwe hatine derxistin.

Saziyên alîkariya mirovî, hişyarî dan ku nebesiya fînansmanê, dê bibin sedem ku ji çaran yek navendên tendirustiyê yên ji bo zarokan û malbatên wan derfetên dermankirinê didin werin girtin.

Somalî yek ji welatên ku bandora avhewayê zêde li ser kiriye ye. Ev rewş krîzê tevlîhevtir dike û jiyana bi milyonan mirovan, her dem di bin xeterê de dihêle.