Li Silêmaniyê der barê nexweşxaneyên taybet de civîneke çapameniyê hat lidarxistin
Li Silêmaniyê têkildarî nexweşanxeyên taybet ên ku birîndaran qebûl nakin de civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîê de hat diyarkirin ku dê nexweşxaneyên taybet ên Xezal Mewlan derman nekirine werin darizandin.
Silêmanî – Di civîneke çapemeniyê ya ku îro li Navenda Metroya li Silêmaniyê, bi beşdariya nûnerên Navenda Metro, parêzer, rojnamevan û nûnerên herdu nexweşxaneyên taybet a Asya û nexweşxaneya taybet a Bagiş û Nexweşxaneya dewletê ya Şoreş, mijara redkirina qebûlkirina Xezal Mevlan ji aliyê nexweşxaneyan ve ku li herêma Surdaş a Silêmaniyê di encama êrîşa bi dronên Îranê de birîndar bûbû, hat nîqaşkirin.
Ji ber êrîşên dronan gelek kes mirin û zirar gihîşt mal û milkên gel
Parêzer Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku di encama êrîşan de gelek dron li Herêma Kurdistanê ketine xwarê û bûne sedema mirinê, zirara mal û milkê gel. Rêzan Şêx Dilêr got ku erkê nexweşxaneyan ew e mirovan tedawî bikin, da zanîn ku piştî êrîşan kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne rakirine nexweşxaneyan û got: “Xazal Mevlan tevî ku piştî êrîşa Surdaşê birine nexweşxaneyên taybet nehatiye dermankirin û ji ber ku ew penaber bû nehat qebûlkirin. Divê saziyên pêwendîdar û Wezareta Tenduristiyê mudaxele bikin û mijarê ji raya giştî re zelal bikin. Weke parêzer em ê li dijî nexweşxaneyan tedbîrên qanûnî bigrin.”
‘Em tu carî serlêdanan red nakin’
Nûnera Nexweşxaneya Asya Helgurd Celal, diyar kir ku der heqê vê bûyerê de tu qeydeke telefonê û serdanek çênebûye û got: “Em tu carî serlêdanan red nakin, tohmetên li ser me tên kirin em red dikin. Ger serlêdanek hatibûya kirin me yê tişta pêwîst bikira.”
Nûnerê Nexweşxaneya Bagişê Karwan Elî diyar kir ku her çendî wan bi rêzdarî doz qebûl kirine jî ew nikarin bêyî destûra polîsan bersiva lezgîn a 24 demjimêran bidin. Her wiha da zanîn ku ji hêla qanûnî ve, ew bêyî destûra polîsan nikarin mudaxele bikin, tenê dikarin dermankirina destpêkê peyda bikin, nemaze di rewşên birîndarî, kêrkirin û bûyerên bi vî rengî de nikarin tiştek bikin. Karwan Elî daxwaz kir ku doz biçe dadgehê û sûcdar werin zelalkirin.
‘Herêma Kurdistanê bi şer û êrîşan re rûbirû ye’
Rojnamevan Hana Şivan jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi şerekî xeternak re rû bi rû ye û got: “Her çendî Kurd hewl didin ji vî şerî dûr bisekinin jî mixabin jê zirarê dibînin. Di êrîşa 14’ê Adarê ya li ser kampa Surdaşê de sê sivîl birîndar bûn û yek ji wan, Xazal Mevlan bû. Ew ji aliyê nexweşxaneyan ve nehat dermankirin. Armanc bi vê civîna çapemeniyê eşkerekirina rastiya bûyerê ye. Mafê endamên medyayê heye li ser vê mijarê lêkolîn bikin û ji bo vê yekê jî lêkolîneke berfirehtir hewce ye.”