Li Serêkaniyê a dagirkirî 2 jin hatin qetilkirin
Jinên bi navê Zehra Şihada û Şehed Şihada li Serêkaniyê a dagirkirî piştî îşkence û tundiyê ji aliyê birayên xwe ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2023/10/20231009-20200122-075427-064207-heseke-1500-malbatn-ceteyan-li-serkaniy-de-bi-ch-bn-1-jpgfb10db-image-jpg651817-image.jpg)
Hesekê- Di 8'ê Cotmehê de, du jinên bi navê Zhera Şihada û Şehed Şihada yên ku bi xwe ji taxa Mehetê a Serêkaniyê ne, ji aliyê birayên xwe Mihemed Şihada û Ibrahîm Şihada ve hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên ajansa me ji çavkaniyên ewlekariyê bidestxistiye bûyer di saet 22:00'ê şevê de diqawime. Her du kiryar bi xwûşkên xwe re dikevin pêwindiyê û li gundê Kûh El-Şilah yê dikeve rojavayê navçeya Serêkaniyê wan dikşînin mezreyekê.
Zehra û Şehed ên ku ji aliyê Mihemed Şihada û Ibrahîm Şihada di destpêkê de tên îşkencekirin bi guleyan tên qetilkirin.