Li Reqayê der barê tundiya li ser jinan panel

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Reqayê panelek li dar xist. Beşdaran bal kişand li ser rola jinan di qonaxa veguhêz û biryardanê de, her wiha hemû cureyên tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

Reqa – Nivîsgeha Jinan MSD`ê li Hola Îştar a li Reqayê, bi beşdariya nûnerên partî û rêxistinên siyasî, jin û ciwanan, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Konfederasyona Civaka Sivîl û MSD’ê, paneleke siyasî bi navê "Jinên Sûriyeyê di navbera Tundiya Siyasî û Avakirina Sûriyeyeke Nû de" li dar xist. 

Panel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre, rêvebera Ofîsa Jinan ya MSD'ê Fatima Mihemed axivî û bal kişand li ser pêwîstiya xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û biryardanê de, nemaze ji ber pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, ji ber tundiya siyasî û bandorên krîza ku bi salan e berdewam dike. 

Her wiha seroka Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Cîhan Xidiro jî axivî û got: "Jinên Sûriyeyê rastî awayên herî dijwar ên tundûtûjiya siyasî hatine. Tevî van hemûyan, jinên Sûriyeyê qet nehatine şikandin. Ew li meydanan, di rêveberiyê de, di parastina civakê de, di perwerdehiyê, xebata sivîl û siyasetê de amade bûn.” 

Di panelê de 2 mijarên sereke hatin nîqaş kirin. Mijara yekê, bi sernavê "Tundiya Siyasî û Bandora wê li ser Mafên Jinên Sûriyeyê: Zehmetî û Berxwedan", ji hêla nûnera Tevgera Sivîl a Demokratîk li Şamê Dr. Zubeyda Cemîl El Qeblan ve hate pêşkêşkirin. 

Mijara 2'emîn, rola jinên Sûriyeyê di avakirina Sûriyeya nû de, ji hêla hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk li kantona Reqayê Fehîme El Casim ve hate pêşkêş kirin.

Her wiha bi rêya Zoomê hin siyasetmedarên ji hundirê Sûriyeyê, Şam û Helebê tevli panelê bûn.