Li Nîla Şînê jiyana 42 hezar mirovan li ber lûtkeya karesetê ye
Ji ber pevçûnên li herêma Nîla Şîn a Sûdanê nêzî 42 hezar kes bêwar mane, ku piraniya wan jin û zarok in. Saziyên sivîl hişyarî didin ku bi nêzîkbûna demsala payîzê û kêmbûna xwarin, av û dermanan re, rewşa mirovî ber bi karesatê ve diçe.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ji ber têkçûna xizmetên bingehîn û pevçûnên ku bi salan e berdewam dikin, welat hatiye wêranekirin. Ev rewş ji bo nifûsê encamên herî giran tîne holê, bi taybetî bi hezaran malbat îro bi kêmasiyên mezin ên xwarin, lênêrîna tenduristiyê û stargehê re têkoşînê dikin.
Rewşa mirovî ya xirab û hişyariya karesetê
Ji destpêka pevçûnê ya di 15’ê Nîsanê de, Înîsiyatîfa Civaka Sivîl a Nîla Şîn hişyarî da ku karesateke mirovî ya nêzîk, jiyana nêzîkî 42 hezar kesên bêwar ên ku li bajarokê Qaysan û deverên nêzî sînorê Etiyopyayê dijîn, dixe metirsiyê. Di nav wan de zêdetirî 24 hezar zarok û 11 hezar jin hene ku li derve dijin û bêparêz in.
Di daxuyaniyekê de ku duh hate weşandin, Înîsiyatîfê diyar kir ku rewşa mirovî û tenduristiyê bi awayekê mezin xirab dibe. Her wiha astengiyên girîng hene ku rê li ber gihandina alîkarî û xizmetên bingehîn ji bo kesên bandordar digirin.
Pêlên koçberiyê û şerê li herêmê
Ev hişyarî hemwextî operasyonên leşkerî yên zêdebûyî yên li herêma Nîla Şîn, bi taybetî li Kurmûk, Qaysan û derdora wan pêk tê. Li aliyekî artêşa Sûdanê û li aliyê din Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N), di mehên dawî de ev herêm kirine xalek girîng a pevçûnên dijwar. Ev yek jî bûye sedema pêlên koçberiyê yên li pey hev.
Li gorî daxuyaniya Înîsiyatîfê, hejmara kesên koçber li herêmên bandordar gihîştiye 42 hezar û 271 kesan, ku ev hejmar li ser 3 hezar û 803 malbatan belav bûye: “Zarok, 24 hezar û 266, jin 11 hezar û 713, mêr, 6 hezar û 463.”
Koçber li van deverên hatine bicihkirin an jî belav bûne:
“Sinsinaw: 7 hezar û 80 kes, Famouda / Ebû Daqla: 24 hezar û 836 kes, Aqru / Acu: 6 hezar û 549 kes, Qal Inq: 1 hezar û 488 kes, Penaberên li Etiyopyayê: 2 hezar û 318 kes.”
Xetereya nexweşiyan û nêzîkbûna demsala payîzê
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku rêjeyek mezin ji kesên bêwar, ku piraniya wan jin û zarok in, li derve û bêyî pêdiviyên herî bingehîn dijîn. Wê her wiha hişyarî da ku rewş dê bi destpêka payîzê re hîn xerabtir bibe, ji ber ku baranên giran dê bigihêje û gihandina deverên bandordar bi tevahî asteng bike.
Xirabûna xizmetên tenduristiyê, kêmbûna xwarinê, nebûna ava vexwarinê û stargehan, xetera nexweşiyên ji avê, jîngehê û mêşan zêde dike. Rêjeyên kêmxwarinê bi taybetî di nav zarokan de digihêjin astên metirsîdar û ev yek bandorên cidî li ser jin û extiyaran jî dike.
Daneyên rêxistina navneteweyî
Daxuyaniyê piştrast kir ku deverên bandordar di bin kontrola Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N) û hevalbendê wê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ne. Ev rewş di nava pevçûnên berdewam de zehmetiyên mezin ji bo rêxistinên mirovî çêdike ku bigihin sivîlan.
Ji ber van sedeman, Înîsiyatîfê bang li hemû aliyên pevçûnê kir ku gavên lezgîn bavêjin da ku gihandina alîkariyên mirovî û lênihêrîna tenduristiyê ji bo kesên bêwar hêsan bibe û rewşa mirovî ya li herêmê were sivikirin.
Ji aliyê din ve, Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) tomar kir ku di navbera 11’ê Çile û 23’ê Tebaxê de nêzî 99 hezar û 277 kes ji deverên cuda yên herêma Nîla Şîn koçber bûne: “Ji Qaysanê: 39 hezar û 570 kes, ji Kurmûkê: 32 hezar û 515 kes, ji Bawê: 27 hezar û 192 kes.”
Piraniya van kesan ber bi herêmên Damazin, Qaysan, Baw, Wad El-Mahî û El-Rusayrisê ve koç kirine.