Li Mexmûrê komxebata ‘Li dijî zewaca di temenê biçûk de’
Li wargeha penaberan a Mexmûrê duh di bin pêşengiya Weqfa Jin û Meclîsa Jinên Ciwan û her wiha bi tevlîbûna sazî û şêniyên wargehê, komxebata sernavê ‘Li dijî zewaca di temenê biçûk de’ hate lidarxistin.
Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, gavên girîng tên avêtin. Wexfa Jinê û Meclîsa Jinên Ciwan bi dirûşmeya ‘Bi hişmendiya hevjiyana azad malbata demokratîk ava bikin’ û sernavê ‘Li dijî zewaca di temenê biçûk de’ komxebatek pêk anî.
Komxebat li salona Navenda Çand û Hunera Mexmûrê hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên sazî, dezgehên civakî û gelek şêniyên wargehê amede bûn.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Jinên Ciwan, Kajîn Ozek axivî.
‘Li ser jin û jinên ciwan şerekî taybet tê meşandin’
Kajîn Ozek diyar kir ku armanca wan a sereke ya lidarxistina vê komxebatê, dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên jin û jinên ciwan e û wiha axivî: “Di roja me ya îro de li ser jin û jinên ciwan şerekî taybet yê qirêj tê meşandin. Li her çar aliyên Kurdistanê li ser jinê qirkirinek tê meşandin. Ji bo ku em bikarin van pirskirîkan çareser bikin, ev kombûna me girîng e û pêwîst e em bikaribin bi hev re nîqaşek bikin û bighîjin encamek.”
‘Em bawer in ku ji bo vê mijarê emê biçin çareseriyek’
Kajîn Ozek di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya komxebatê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wek Weqfa Jinê û Meclîsa Jinên Ciwan, me ev xebat pir girîng dît û ji ber wê me ev xebat lidar xist. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo vê mijarê emê biçin çareseriyekê. Beşdar, dê binirxînin û nîqaşek baş bimeşînin. Ji bo wê jî komxebata me li ser ‘Li dijî zewaca di temenê biçûk de’ e û şiyara me jî ‘Bi Hişmendiya Hevjiyana Azad Malbata Demokratîk Ava Bikin’ e.
Di berdewama komxebatê de, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser jin û malbatê hatin xwendin. Piştî xwendina perspektîfan, beşdaran li ser mijarên girîng nîqaş kirin.
Di komxebatê de bi taybetî ev mijar hatin destgirtin:
Pênase û rola malbatê di civakê de,
Zirarên biyolojîk, fîzyolojîk û derûnî yên zewaca di temenê biçûk de li ser tenduristiya jinê,
Sedemên civakî û bîlançoya hiqûqî ya vê pirsgirêkê.
Komxebata ku eleqeyeke mezin dît, bi xwendina encamnameyekê dawî bû.