Li Kordofanê pêlên koçberiyê yên berfireh û îdiayên sûcên şer

Li gorî hişyariyên Neteweyên Yekbûyî (NY), li herêma Kordofanê qeyrana mirovî kûrtir dibe. Li gorî daneyan nêzî milyonek kes ji cih û warên xwe bûne û îdiayên binpêkirinên giran û wehşetên li dijî sivîlan di rojevê de ne.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), der barê rewşa mirovî ya li herêma Kordofanê ya Sûdanê de hişyarî da û da zanîn ku rewş roj bi roj xirabtir dibe. Rêxistinê diyar kir ku herêm ji Nîsana 2023’an vir ve yek ji navendên herî mezin ên koçberiyê ye û nêzî milyonek kes ji malên xwe reviyane.

Di nava 9 mehan de zêdetirî 100 bûyerên koçberiyê yên mezin çêbûn

IOM’ê her wiha destnîşan kir ku ji ber pevçûnên berdewam û berfireh, di nava 9 mehan de zêdetirî 100 bûyerên koçberiyê yên mezin çêbûne; ev yek jî tê wê wateyê ku bi navînî her 2-3 rojan carekê pêleke nû ya koçberiyê rû dide.

Li dijî bajarê El-Ebeydê her dem zextên giran hene

Serokê Mîsyona IOM’ê ya Sûdanê got ku êdî vebijerkên ewle yên malbatên li herêmê nemane û gelek ji wan ji ber tundiyê bi berdewamî cih diguherînin. Wî her wiha bal kişand ser pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovî yên ewle û domdar. Li gorî daneyên NY’ê, bajarê El-Ebeyd ê li Kordofana Bakur, niha di bin zexteke giran a mirovî de ye û malavaniyê ji nêzî nîv milyon kesan re dike ku zêdetirî 83 hezar ji wan koçberên nû ne.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku heke li dijî El-Ebeydê êrîşeke berfireh pêk were, ew ê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê ku bandorê li sed hezaran kesan bike. Komîseriyê diyar kir ku kapasîteya bersivdayînê ya mirovî gihîştiye sînorê dawî û kêmasiyên cidî di warê xizmetên bingehîn û stargehan de hene.

Heman saziyê da zanîn ku li El-Ebeydê karesateke nû ya mafên mirovan diqewime; sivîlên li herêmê 18 meh in di bin dorpêçê de dijîn, pirsgirêka avê û êrîşên ÎHA’yan berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku li Kordofanê binpêkirinên cidî yên mîna înfazên bêdaraz, revandin, îşkence û tundiya zayendî hatine belgekirin.