Li Kirmaşanê malbatek hate binçavkirin

Li navçeya Dalaho ya girêdayî eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji malbatek 3 kes bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne, hatin binçavkirin. Binçavkirin bêyî biryara darazê hatine pêkanîn û derbarê malbatê de ti agahî nahetin parvekirin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Yarsan di daxuyaniya îro dayî de, ragihand ku li navçeya Dalaho ya girêdayî eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji malbatek 3 kes hatine binçavkirin.

Hate diyarkirin ku endamên malbatê di 9’ê Çileyê serê sibehê di derdore saet 03:00’an de, li warê çiyayî Kerend a girêdayî Dalaho hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku nasnameya kesên hatine binçavkirin Seyyid Ferşad Şefîî û Seyyide Gazel Şefîî ne, nasnameya dayîkê ku di heman kêliyê de hatibû binçavkirin, nehat tesbîtkirin.

Hate diyarkirin ku Seyyide Gazel Şefîî hunermenda temburê ye û mamoste ye.

Çavkaniyên Yarsanê, diyar kir ku hinceta binçavkirinan, beşdariya xwepêşandanên aştiyane yên di 8’ê Çileyê de li dijî Komara Îslama Îranê hatin lidarxistin bûye.

Hate diyarkirin ku kar û barên binçavkirinê bêyî biryarek darazê hatine biencamkirin. Nayê zanîn ku malbat li kuderê tê ragirtin û rewşa wan a tenduristiyê çawa ye.

Li aliyê din li gel destpêkirina xwepêşandanên li seranserî Îranê, li gelek bajaran binçavkirinên girseyî hatine jiyîn, çavkaniyên mafê mirovan îfade kirin ku ew texmîn dikin ku bi hezaran kes hatine binçavkirin, lê belê ji ber ku înternet bi temamî hatiye birîn, nekarîne xwe bighînin nasnameya kesên hatine binçavkirin û rewşa wan a tenduristiyê.