Li Helebceyê penceşêra memikan zêde dibe
Ji ber zêdebûna penceşêra memikan, pispor û bijîşkên nexweşiyên jinan daxwaz dikin ku jin beriya hîs bikin an jî girê derbikeve, biçin nexweşxaneyê da ku çareseriya lezgîn were dîtin.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Her çendî ji bo hişyarkirina jinan a der barê teşxîsa zû ya penceşêra memikan, di van salan de xebat hatibin kirin jî roj bi roj rêjeya penceşêra memikan zêde dibe. Bijîşk û pispor her dem jinan hişyar dikin ku ji bo kontrolê çend meh carekê biçin nexweşxaneyan.
Du bijîşkên pispor ên nexweşiya memikan Ejîn Heme Tofîq Abdulqadir û Meryem Abdulqadir ji ajansa me re axivîn.
‘Nexweşiya penceşêra memikan belav bûye’
Bijîşk Ejîn Heme Tofîq wiha got: “Ev çend sal in li parêzgeha Helebceyê dixebitim, carna wisa dibe ku di mehekê de nexweşek an du nexweşên penceşêre memikan çêdibin. Hinek caran bi xwe hîs kirine. Ji ber wê li sînorê parêzgeha Helebceyê ku parêzgehek biçûk e rêje zêde ye û nîşaneyên nexweşiyê gelek caran di qonaxa duyem de derdikevin holê. Her çendî piranî nizanin jî niha ji ber pêşketina teknolojiyê û amûrên kontrolkirina memikan li parêzgehê, bûyer kêm bûne û amûrên mamografiyê ji bo me hatine û sonera me heye. Dikarin hemû xwe kontrol bikin û zûtir bûyer diyar bibin.”
Ejîn Heme Tofîq ev bang li jinan kir: “Divê jin hişyar bin, dema nîşaneyek dîtin bi guman bin, di demek zû de serlêdana nexweşxaneyê bikin û çareseriyê bibînin.”
‘Nîşaneyên diyar û eşkere’
Bijîşk Meryem Abdulqadir destnîşan kir ku di destpêka temenê bîst salî de divê xwe kontrol bikin û di destpêkê li ber neynikê bi dest kontrol bikin û wiha got: “Her wiha yên ku temenê wan di ser 40 salî de ye divê mamografiyê bikşînin. Nîşane hebûna girê li bin çeng an memikan e. Nîşane girêya req ku tevger neke ye. Guherîna di memik de û hebûna birîn û sorbûnê ji nîşaneyên wê ne. Her wiha ev hinek nîşaneyên eşkere ne û divê jin di van bûyeran de serdana bijîşk bikin.”
Meryem Abdulqadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Kurdistan bi giştî nexweşiya penceşêra memikan zêde bûye, bi tedbîrên zû dê ev nexweşî bikaribe were dermankirin.”