‘Li dijî van kiryarên ku xizmeta jinan û civakê nakin bisekinin’

Meclîsa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star têkildarî pêşmergeya birîndar Xezal Mewlanî ku hinek nexweşxaneyên taybet ew negirtin û jiyana xwe ji dest da daxuyanî da.

Kobanê – Roja 14’ê Nîsanê, rejîma Îranê êrîşî kampa Sûrdaş a li sînorê Silêmaniyê kir. Di encama êrîşê de sê kes birîndar bûn ku yek ji wan Xezal Mewlanî ya 20 salî bû. Xezal bi giranî birîndar bû û li gorî daxuyaniya Komeleya Zehmetkêşan, ‘ji ber ku nexweşxaneyên taybet ew qebûl nekirin, şehîd ket’. Têkildarî mijarê Meclîsa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star daxuyaniyanî da. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Cûrî Temî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûyera ku li kampa Sûrdaş a li sînorê Silêmaniyê qewimî ku êrîşeke bi dronên dewleta Îranê li kampa Komeleya Zehmetkêşan kir şermezar dikin. Di encamê de hejmarek sivîl û şervan birîndar bûn. Armanca vê êrîşê ji holê rakirina gelê Kurd bû.

‘Divê hemû jin bibin yek’

Di vê bûyerê de, şervana Kurd, Xezal Mewlan, birîndar bû. Piştre ew birin çend nexweşxaneyên li Silêmaniyê, lê kiryara neexlaqî û nemirovane ya ne qebûlkirina wê bû sedema şehadeta wê. Di van şert û mercên dijwar de, divê gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bo parastina nasname û hebûna xwe yekgirtî bin. Em bawer dikin ku tiştê ku diqewime zirarê dide yekîtiya me gelê Kurd. Em, wekî jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), vê kiryara neexlaqî şermezar dikin û bang li hemû jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd, dikin ku bibin yek û li dijî van kiryarên ku xizmeta civakê an jinan nakin bisekinin. Ev kiryara taybetî ya li dijî şervaneke jin, ku ji bo rûmeta gelê me yê Kurd têkoşiyaye, nayê qebûlkirin û em wê red dikin.

Ji ber vê yekê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêveberiya Silêmaniyê û bi taybetî jî YNK`ê lêpirsînekê li ser rêveberiya nexweşxaneyê bidin destpêkirin û berpirsan ceza bikin.

Jinan daxwazên xwe wiha rêzkirin:

Lêpirsînek nû li ser nexweşxaneyê

Berpirsiyarkirina rêveberiya nexweşxaneyê

Şirovekirinek giştî ji bo raya giştî were kirin.”