Li dijî nexweşxaneya li Kabulê êrîş: Herî kêm 400 kes hatin qetilkirin

Di êrîşa hewayî ya li dijî navenda tedawiya madeyên hişbir a li Kabulê de herî kêm 400 kes hatin qetilkirin. Rêveberiya Efganistanê êrîş wek ‘der mirovî’ bi nav kir, Pakistan diyar kir ku hedef ‘endamên leşkerî’ ne.

Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku di êrîşa hewayî li dijî navenda tedawiya medeyên hişbir a li paytexta Efganistan Kabulê de, herî kêm 400 kes hatin qetilkirin, nêzî 250 kes birîndar bûne. Piştî êrîşên sûcdariyên li beramberî hevdû zêde bûn, rageşiya li herêmê zêdetir bû.

Alîkarê berdevkê hikûmeta Efganistanê Hamdullah Fitrat, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê X’ê dayî de, diyar kir ku êrîş roja Duşemê derdora saet 21:00’an pêkhat û li Kabulê Nexweşxaneya Tedawiya Madeyên Hişbir ya Omid hatiye hedefgirtin.

Diyar kir ku di beşek mezin a nexweşxaneyê ku xwedî kapasîteya nêzî 2 hezar ranzeye hilweşiyaye û di êrîşê de herî kêm 400 kes hatine qetilkirin, nêzî 250 kesan birîndar bûne. Rayedar hişyarî dan ku dibe ku windahiyên canî zêdetir bibe. 

Hate îfadekirin ku di dema êrîşê de, dibe ku nêzî 3 hezar nexweşên ji herêmên cûda hatine têde hebin.

‘Êrişekî der mirovî ye’

Berdevkên hikûmeta Efganistanê êrîş wek ‘der mirovî’ û binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Rayedaran diyar kirin ku navenda ku hatiye hedefgirtin, saziyek ya tenduristiyê ye û êrîş rasterast li dijî hedefên sivîl bû.

Şahidan dan zanîn ku piştî êrîşê şewat derketiye û hejmarek zêde cenaze ji bin xirbeyan derxistine.

Hikûmeta Pakistanê diyar kir ku wan êrîşî ‘hedefê leşkerî û terorîst’ kirine. Rayedar destnîşan dikin ku operasyon li dijî komên ku li dijî Pakistanê êrîşan dikin pêkhatiye û sivîl nekirine hedef.

Rageşî zêde dibe

Rageşiya bi mehane di navbera Pakistan û Efganistanê de didome, di hefteyên dawî de cardin zêde bû. Rêveberiya Îslamabad, îdeakir ku Efganistan maluvaniyê li edamên Talîbana Pakistanê dikin, aliyê Efganistanê van sûcan red dike.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di  pevçûnên di hefteyên dawî de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 115 malbat koçber bûne.