Li Dêrsimê li dijî mirina gumanbar a jinan meşek hat lidarxistin
Di meşa li Dêrsimê de, daxwaz hat kirin ku doza Gulistan Doku û mirina gumanbar a jinan zelal bibin û hemû dosya bi awayekî serbixwe werin lêkolînkirin.
Navenda Nûçeyan – Li Dêrsimê ji bo Gulistan Doku û jinên din ên ku di bin şert û mercên gumanbar de mirine meşek hat lidarxistin. Girseya ku li ser banga Platforma Şaxên Dêrsimê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) kom bû, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û peyama "divê sûcdar werin darizandin" da. Di meşê de hat tekezkirin ku ne tenê doza Gulistan Doku divê bûyerên jinên mirina wan gumanbar li herêmê bi awayekî serbixwe û berfireh werin lêkolînkirin.
'Divê bûyerên mirina gumanbar werin zelalkirin'
Gel ji bo meşê li Kolana Sanatê kom bû. Piştî meşa ku bi dirûşman hat lidarxistin, Hevseroka Şaxa SES’ê ya Dêrsimê, Serap Kahraman axaftinek kir. Serap Kahraman diyar kir ku tevî demek dirêj jî edalet nehatiye bicihanîn û got ku doza Gulistan Doku bûye sembola gefên sîstematîk ên li ser mafê jiyanê yê jinan, ewlehiya ciwanan û hesta tuenbûna edaletê di civakê de. Serap Kahraman got: "Ji ber vê yekê, ne tenê doza Gulistan Doku ye. Divê hemû mirin û windabûnên gumanbar ên jinan li Dêrsimê bi awayekî serbixwe, bêalî û bi tevahî ji nû ve werin lêkolînkirin. Divê her bûyerek ku gumanên raya giştî derxistiye holê, ji mirina hevala nêzîk a Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, dest pê bike, bi hemû aliyên xwe were zelalkirin. Ger îro rastî ji bo Gulistan Doku tê eşkerekirin, ew ê ji bo Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş û Esma Kiliçaslan jî were eşkerekirin."
‘Kes nikare heda dawiyê li ser desthilatdariyê bimîne’
Sekreterê Giştî yê Eğitim Senê Zulkuf Guneş jî destnîşan kir ku di encama têkoşîna berdewam de tora sûc hatiye eşkerekirin û diyar kir ku zanîngeh, Wezareta Karên Hundir û saziyên girêdayî Wezareta Dadê jî di nav de ne. Zulkuf Güneş bal kişand ser desthilatdariyên ku wê demê ji hêla waliyê demê ve dihatin bikaranîn û got: "Em li dijî vê yekê derdikevin. Karmendekî dewletê, çi walî be, çi Wezîrê Karên Hundir be, çi jî kesek din be, heta dawî li ser desthilatdariyê namîne."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.