Li başûrê Kurdistanê tundî zêde dibe: Di rojek de 3 jin hatin kuştin

Zêdebûna tundiya li dijî jinan li başûrê Kurdistanê fikaran li ser ewlehiya civakî zêde dike. Di bûyerên li Sîdî Sadiq, Çemçemal û Xebatê de, di rojekê de 3 jin mirin û 3 jin jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan Zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan li başûrê Kurdistanê fikaran li ser kêmbûna ewlehiya civakî zêde dike. Bangên ji bo tedbîrên yasayî yên hişktir û mekanîzmayên parastinê yên xurttir ên ji bo pêşîgirtina li êrîşên li dijî jinan, zêde dibin.

Di bûyerek tundiyê ku duh êvarê li bajarê Sîdî Sadiq qewimî de, jinek hat kuştin û 3 jinên din jî bi xedarî birîndar bûn. Tê gotin ku bûyer ji ber zêdebûna nîqaşek ji nakokiyek civakî derketiye holê. Li gorî raporan, li başûrê Kurdistanê her sal bi dehan kes ji ber ku nakokiyên bi vî rengî vediguherin pevçûnên çekdarî, dimrin. Tevî rêziknameyên yasayî yên ku hilgirtina çekên bêdestûr sivîlan qedexe dikin, berdewamiya bûyerên bi vî rengî balkêş e.

Tundî zêde dibe

Di heman demê de, hat ragihandin ku di heman rojê de du jinên din hatine kuştin. Jinek li navçeya Çemçemalê hatiye kuştin, lê cenazeyê din li Çemê Zapê yê Mezin li herêma Xebatê hatiye dîtin. Van pêşketinan fikarên li ser zêdebûna tundiya li dijî jinan a vê dawiyê kûrtir kirine.