Li Başûrê Kurdistanê 5 jin hat qetilkirin 7 mirinên bi guman

Li gorî daneyan, tenê di meha Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê 5 jin hatine qetilkirin û 7 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyan re, hejmara jinên ku di 6 mehên ewil ên sala 2026'an de jiyana xwe ji dest dane derket 27'an.

Navenda Nûçeyan – Li Başurê Kurdistanê, tundî û qetilkirina jinan roj bi roj zêdetir dibe.  Li gorî daneyên ku ajansa ROJNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê derketine berhevkiriye, di meha Tîrmehê de 5 jin hatine qetilkirin û 7 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate diyar kirin ku di 6 mehên îsal de 27 jin jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî vê:

3’yê Tîrmehê: Li gundê Pîrbûb ê ser bi navçeya Şêxan a parêzgeha Dihokê, jineke 41 salî ya bi navê Zeyneb Samî Selîm ji ber agirpêketina li metbexa mala xwe ji sedî 86 şewitî û piştî gihandina wê ya nexweşxaneya Dihokê jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de, Rêveberiya Polîsan a Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku li navçeya Binaslaweyê jinek ji aliyê kurê xwe ve hatiye kuştin. Pişt re kujer hate girtin.

11’ê Tîrmehê: Li projeya rûniştina mamosteyan a li bajarê Hewlêrê, jineke 29 salî ya bi navê (S. I. A) ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bû, bi awayekî bi guman ji qata pêncem a avahiyekê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Piştre polîsan hevjînê wê girt, li gorî lêkolînan derket holê ku beriya bûyerê di navbera wan de nîqaş çêbûbû.

12’ê Tîrmehê: Li taxa Yekê Huzeyran a bajarê Kerkûkê, keçeke sê salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Berdevkê Polîsê Kerkûkê Egîd Amir Şwanî ragihand ku du xortên 10 salî hatine girtin ku keçik birine navendeke geştyariyê û li wir ketiye hewza melevaniyê û xeniqiye. Lêkolîna li ser vê dosyaye hîn berdewam dike.

14’ê Tîrmehê: Li herêma Sengeserê, jineke 40 salî ya bi navê “Nesrî Xidir” gava ji bo komkirina giyayê catre çûbû zozanên Serşîxan ên li quntara Qendîlê, şemitî û ket nav çem; di encamê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê piştî karûbarên qanûnî yên li nexweşxaneya hawarçûnê ya Qeladizê, radestî malbata wê hat kirin.

15’ê Tîrmehê: Berdevkê Polîsan ê Raperînê ragihand ku li sînorê Ranyeyê cenazeye jineke 26 salî ya bi navê (A. R. E) gihandiye tiba edlî. Bûyer di demekê de qewimiye ku di navbera hevjînê wê û birayê wê de şer derketiye û çek hatiye bikaranîn; lê gule li jinbiraya wê ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Dadwer li gorî xala 406’an biryara girtina tawanbar derxistiye.

17’ê Tîrmehê: Li çiyayê Kedon ê li sînorê bajarokê Hacî Omeran, jineke bi navê Sorme Papîr ku xelkê Soranê bû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotina xizmên wê, ew jin bi mebesta geştê çûbû ser çiyayê Kedonê, lê li wir ketiye xwarê û beriya bigihîjin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

18’ê Tîrmehê: Li bajarokê Hêro ya ser bi Qeladizê, jineke 33 salî ya bi navê Dînya Mihemed ji ber pirsgirêkeke civakî ji aliyê xizmên xwe ve hat qetilkirin. Rêveberê Hawarçûna Qeladizê Rasti Xidir ragihand ku piştî otopsiyê derketiye ku fîşekek li ber sîngê wê ketiye û cenazeye wê radestî malbatê hatiye kirin.

21’ê Tîrmehê: Jineke bi navê Şehîda Hezar ku nişteciha bajarokê Rewandizê bû, piştî pênc rojan ji şewitîna xwe ya bi sedemeke nediyar, li nexweşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotina xizmên wê, navborî piştî çend mehan ji zewaca xwe rûbirûyê pirsgirêkeke civakî bibû û ji ber ku rêjeya şewata wê ji sedî 80 bû, ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da.

22’yê Tîrmehê: Rêveberê Nexweşxaneya Balîsanê Ferhad Ezîz ragihand ku li gundê Şîre ya ser bi bajarokê Balîsanê, jineke 24 salî ya bi navê Xelat Rehman ji çiya ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotina xizmên wê, rewşa wê ya derûnî nebaş bûye û piştî windabûna wê, cenazeye wê hatiye dîtin. Lê belê aliyên peywendîdar ji bo tespîtkirina sedema rastî ya bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

25’ê Tîrmehê: Li gundê Satî ya ser bi bajarokê Qerehenjîr a parêzgeha Kerkûkê, jineke 39 salî ya bi navê (F. M) ku xelkê Hewîceyê bû, bi çeka demanceyê hat qetilkirin. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê hevjînê wê û kurê wî yê 10 salî girtin û lêkolîn dan destpêkirin. Malbata jinê cenazeye wê wergirtin û li ser hevjînê wê gilî tomar kirin.

28’ê Tîrmehê: Li gundê Tazêdê yê ser bi bajarokê Kelarê, saet 11:30’yî şevê, bûyereke kuştinê qewimî. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Polîsê Germiyanê, jinek bi kêrê hatiye qetilkirin. Hêzên Beşa Nehiştina Tawanê gihîştin cihê bûyerê û tawanbar bi fermana dadwer û li gorî xala 406’an a qanûna cezayan girtin; lêkolîna li ser sedema tawanê berdewam dike.

Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatine berhevkirin, di şeş mehên destpêka sala 2026’an de li Başûrê Kurdistanê 27 jin jiyana xwe ji dest dane ku 11 ji wan hatine qetilkirin û 16’de jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.