Li Şîrazê welatiya Baheyî Sara Sepehrî hate binçavkirin
Hêzên ewlehiya Îranê bi ser mala welatiya Baheyî Sara Sepehrî de girtin û ew binçavkirin û birin cihek ne diyar.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, 10’ê Nîsanê hêzên ewlehiyê bi ser mala welatiya Baheyî ya li Şîrazê Sara Sepehrî de girtin û ew binçavkirin.
Di raporê de tê gotin ku, hêzên ewlehiyê deriyê mala wê şikandine, ketine hundir û piştî mal bi temamî lêgerin kirin, Sara Sepehrî birine cihek ne diyar.
Hate diyarkirin ku di dema serdegirtinê de telefon û cîhazên din ên elektronîk di nav de dest danîne ser tiştên wê yên şexsî. Lê belê heta niha têkildarî li kuderê tê girtin û rewşa wê ya tenduristiyê û sûcên lê tên barkirin ti agahiyek fermî nehatiye parvekirin.
Li gorî çavkaniyên nêz, binçavkirina Sara Sepehrî, di demek ku pêwîstiya dayîka wê ya astengdar xwedî lênêrîneye pêkhat. Ev rewş piştî binçavkirinê fikarên derbarê şertên malbatê de zêde kiriye.
Her wiha hate diyarkirin ku welatiya Baheyî Sara Sepehrî, tedawiya tibî dibîne û di qutbûna tedawiya wê de di aliyê tenduristiyê de wê encamên cidî bi xwere bîne.
Ev demek dirêje ku parezvanên mafê mirovan ev bûyerên bi vê awayî rexend dikin û dibêjin ku derheqê kesên tên girtin de agahiyên zelal nayê dayîn, her wiha derheqê rewşa wan de tu zelaliyek nayê kirin û sedemê binçavkirina wan û rewşa kesên hatine girtin jî nayê parvekirin.