Li Şerîaya Rojava jin û rojnamevan jî di nav de 60 kes hatin binçavkirin
Hêzên Îsraîlê, li Şerîaya Rojava operasyonek binçavkirinê ya berfireh pêk anîn û di encama operasyonê de jin û rojnamevan jî di nav de 60 kes hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Hêzên Îsraîlê, di operasyonên berfireh ên ku li seranserê Şerîaya Rojava pêk anîn de, jin û rojnamevanan jî di nav de zêdetirê 60 sivîlan binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya Klûba Girtiyên Filistînî, hêzên Îsraîlê ji êvara Yekşemê heta sibeha roja Duşemê di operasyonên berfireh de jin û rojnamevan jî di nav de herî kêm 60 sivîl binçav kirin. Hate diyarkirin ku operasyon herî zêde li Parêzgeha Nablusê pêk hatiye û hinek kesên hatine binçavkirin hatine berdan û hinek jî hêj di bin çavdêriyê de ne.
Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê ji destpêka vê salê ve çalakiyên xwe yên girtin û lêpirsînê zêde kirine û polîtîkayek "tolhildana kolektîf" a komên cuda yên Filistînî yên jin, rojnamevan, xwendekar û girtiyên berê hedef digre, dimeşîne. Klûba Girtiyan, destnîşan kir ku di serdegirtinan de malbat ji malên xwe tên derxistin, milk tê wêrankirin û lêpirsîn li gelek parêzgehan veguherîne pratîkek standard.
Rayedaran diyar kirin ku Îsraîl li Şerîaya Rojava operasyonên xwe yên girtinê yên rojane didomîne û hejmara kesên ku ji destpêka şerê dawî yê qirkirinê vir ve hatine girtin, gihîşt nêzî 22 hezar kesan. Ev yek jî zêdebûna tundiya li dijî gelê Filistînê nîşan dide.